Ji bo Rojîn Kabaîş 70 hezar îmze teslîmê Wezareta Dadê hat kirin 2026-11-05 19:35:12   ENQERE - Bi daxwaza mirina bi guman a Rojîn Kabaîş ronî bibe û lêpirsînek bi bandor bê meşandin 70 hezar îmzeyên hatibûn komkirin teslîmê Wezareta Dadê hat kirin.   Tevî du sal di sre mirina bi guman a xwendekara zanîngeha Yuzuncu Yil (YYU) Rojîn Kabaîş de derbas bûye  hîna bûyer nehatiye ronîkirin û lêpirsînek bi bandor nehatiye meşandin. Têkoşîna edaletê ya ji bo Rojîn Kabaîş didome.   Kokmîsonên Ji bo Rojîn Kabaîş Edalet ku bi daxwaza mirina bi guman a Rojîn Kabaîş bê ronîkirin kampan dan destpêkirin, 70 hezar îmzeyên kom kirin teslîmê Wezareta Dadê kirin.   Komîsyonên ji bo Rojîn Kabaîş Edalet diyar kirin ku ji bo mirina bi guman ronî bibe û edalet pêk bê wê têkoşînê bidomînin.