Oznur Bartin:Em dest ji têkoşîna jinan bernadin 2026-11-05 09:04:22   ÎZMÎR- Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartin da zanîn ku sedema qetilkirinên jinan polîtîkayên bêcezahiştin û pêknehatina mekanîzmayên parastinê ne û got: “Tevî tedbîrên girêdayê qanûna hejmar 6284, 19 jin hatin qetilkirin. Tu tedbîr nayên girtin. Ev çi ye? Ev amadekirina zemîna qetilkirinan e. Yên zemîna vê amade dikin hevkarê vî sûcî ne.”   Qetilkirin û mirinên bi guman ên jinan didomin. Ji ber ku mekanîzmayên der barê parastina mafê jiyana jinan pêk nayên û polîtîkayên bêcezahiştinê, tundiya mêr zêde dibe. Her wiha destkeftiyên jinan hedef tên girtin, sererastkirinên der barê mafê nefeqeyê de ewlehiya aboriya jinan û derfetên ku jin ji hawira tundiyê derbikevin jî tehdîd dike. Parlametnera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Oznur Bartin, diyar kir ku divê piştevaniya jinan bê mezinkirin û têkoşîn li her qadê bidome.   ‘Em dest ji têkoşîna jinan bernadin’   Oznur Bartin  diyar kir ku qetilkirinên jinan bi awayekî sîstematîk didomin û ev encama polîtîkayên bêcezahiştin û zîhniyeta serdest a mêr e. Oznur Bartin wiha got: “Ji ber cezayên bi bandor pêk nayên qetilkirinên jinan didomin. Aşkeraye ku em hîna bêyî jimartina navan hejmarê didin. Rewşek evqas bi êş heye gelo? Em wek hejmar didin. Der barê vê de çaresrî tune ye. Têkoşîna jinan ku evqas pêş ketiye, îradeya jinê evpqas pêş ketiye, hîna pergaleke ku astengiyê dike heye. Em tu gavekê şûnde navêjin. Berxwedaneke bi sedsalan e didome heye. Têkoşîna jinê heye. Piştevaniya jinê heye. Tevî vê hîna tundî, îşkenceya li ser jinê heye. Bi sedhezaran xwişkên me yên bi tena serê xwe têdikoşin hene. Hinek peymanên navneteweyî hene ku demekê Tirkiye jî alîgirê wê bû. Piştre ev peyman hatin feshkirin .Tevî qanûna 6284 jî 19 jin dîsa hatin qetilkirin. Tiştên pêwist nayên kirin. Tu tedbîr nayên girtin. Ev tê wateya ji qetilkirinan re zemîn tê avakirin. Hevkarên van qeitklirinan yên van zemînan amade dikin e.Divê ev heqîqet bê dîtin.”   ‘Tu wateya qanûna li ser kaxizê tune ye’   Oznur Bartin destnîşan kir ku li dijî destkeftiyên jinan êrîş hene û wiha got: “Li hember mafê nefqeyê êrîş hene. Hewldanên wan hene. Di vir de dixwazin jinan xizan bikin, hepsê nav tundiya malbalê bikin. Ev bi pêkanînên hiqûqî tên kirin. Tu qanûneke li ser kaxizê wateya wê tune ye. Heta ku ev di jiyanê de di pêkanînê de nekeve meriyetê parastina vê jî tune ye. Di vê nokteyê de hesta baweriyê jî ava nabe. Tu jin bi qanûn û dewletê bawer nakin. Berovajî vê ditirsin, fikarên wan hene. Em bê hêvî nemînin. Em dikarin vê bi berxwedanê bişkînin. Divê em têbikoşîna xwe bê navber bidomînin. Divê em piştevanî û têkoşînê mezin bikin. Ji bo mafê nefeqeyê em ê li parlamentoyê jî û li kolanê jî têkşîna axwe bidomînin. Em ê li malê jî têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li her derê bi yek dilî ligel hev bin.”   ‘Pergala bêdeng dimîne sûcdar e’   Oznur Bartin di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku li ser medya dîjîtal rojnameger, siyasetmedar û aktîvîstên jin hedef tên girtin û got ev polîtîkaya şerê taybt e û tê normalkirin. Oznur Bartin wiha anî ziman: “Li Rojhilata Navîn rewşa jinan zehmete lê tevî vê serbilindiye. Li Rojhilata Navîn yên pêşengiyê dikin jinin. Jinên Kurd jinên Demokrat Sosyalîst yên ku têkoşînê didin e. Li ser çapemeniya dîjîtal jin hedef tên girtin. Dixwazin nansameya jinê , nirxên wê tune bihesibînin. Dxwazin jinê li her qadê hepsê malê bikin.Li hember jinan êrîşeke tund heye. Siyasetmedar jî be rojnameger jî be tundî tê kirin. Tevî tedbîrên girêdayê qanûna hejmar 6284, 19 jin hatin qetilkirin. Tu tedbîr nayên girtin. Ev çi ye? Ev amadekirina zemîna qetilkirinan e. Yên zemîna vê amade dikin hevkarê vî sûcî ne. Em ê têkoşîna xwe li dijî van êrîşan mezin bikin.” b