ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2026'AN 2026-11-05 09:00:00     *Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Cotmehê, herî kêm 19 jin û 2 zarok hatine qetilkirin, 18 jin û 6 zarokî bi guman jiyana xwe ji dest dane. ÇETELEYA TUNDIYÊ    *Necah Gulo ku li rojava çar meh û nîvan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dem derbas kiribû, balkişand ser tecrîda didome û got: “28 sal derbas bûn, lê hîna tecrîda li ser serok didome. Lê gelê Kurd ne bêdeng e. Li dijî tecrîdê li ser piyan e û çi ji destê wan tê dikin.” DÎMEN HEYE   *Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartin da zanîn ku sedema qetilkirinên jinan polîtîkayên bêcezahiştin û pêknehatina mekanîzmayên parastinê ne û got: “Tevî tedbîrên girêdayê qanûna hejmar 6284, 19 jin hatin qetilkirin. Tu tedbîr nayên girtin. Ev çi ye? Ev amadekirina zemîna qetilkirinan e. Yên zemîna vê amade dikin hevkarê vî sûcî ne.” DÎMEN HEYE   *Jinên li erdên titûnê saet di 03.30’an de dest bi rojê dikin, rojane bi  hezar û 500 TL’yî dixebitin. Jin wiha dibêjin: “Ji bo pêşeroja zarokên xwe em di nav axê de dixebitin. Lê pereyê em qezenc dikin têrî du poşet xurekên marketê nake.” DÎMEN HEYE