Tulay Hatîmogullari: Dora girtina soza xwe ya dewletê ye 2026-11-03 14:52:20   ENQERE - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di koma partiya xwe de axivî û got: “Peyama dayikên me yên laçikspî ji Enqereyê, ji parlamento, ji parkan û ji navenda bajêr belavî hemû cîhanê bû ev peyamek mezin e ji bo hemû Tirkiyeyê.”   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di komcivîna partiya xwe de li Meclisê axivî.   Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de bixêrhatina endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ku 24 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber ji bo pêvajoyê li Enqereyê ne û tev li komcivîna DEM Partiyê bûn kir. Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku aştî dê bi têkoşîna dayikan were û çalakiya dayikan silav kir.   Tulay Hatîmogullari bi boneya salvegera darbeya 4’ê Mijdara 2015’an a li dijî HDP’ê bi lêv kir ku gelek hevalên wan ên girtiyên siyasî di doza kûmpasê ya Kobanê de girtî ne û wiha got: “Em li vir silav û rêzên xwe ji hevalên xwe re dişînin. Bi awayekî derhiqûqî di girtîgehê de ne. Hevalên me çima di girtîgehê de ne. Bi ser re 10 sal derbas bûn lê ew darbeya siyasî berdewam dike. Tevî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî hevalên me nayên berdan. Tirkiye mecbure wan biryaran pêk bîne. Lê tevî biryaran jî hevalên me weke dilgirtî ragirtî ne. Îro jî ew hişmendiya darbeyê belavî hemû Tirkiyeyê bûye. Birêz Ekrem Îmamoglu hê jî girtî ye. Ji bo piştgiriyê me doz şopand. Şûna siyasetmedaran ne girtîgeh in. Meclis e. Hûn nikarin vîna gel desteser bikin. Bi vê yekê hûn demokrasiyê dikin gorê.”   Tulay Hatîmogullari diyar kir ku bi boneya darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê ew dê li ber girtîgehên hevalên wan ragirtî ne daxuyaniyan bidin û got: “Ji vir 10 sal berê darbeya leşkerî pêk hat. Ez ê li Edîrnê serdana Selahattîn Demirtaş bikim. Hevserokê me Tuncer Bakirhan jî dê li Kandirayê serdana birêz Figen Yuksekdag bike û Berdevka Meclisa me ya Jinan Halîde Turkogulu jî dê li girtîgeha Sîncanê serdana girtiyên jin bike. Em ê li ber wan girtîgehan daxuyaniyan bidin û bêjin, Hevrêyên me hûn ne bi tenê ne. Em soz didin hûn ê azad bibin. Em ê hiqûq û edaletê bi we re bi dest bixin.”     Tulay Hatîmogullari bûyer û qezaya Susurlukê bi bîr xist û got: “Bi ser re 30 sal derbas bû. Di wê erebeyê de midûrê emniyetê, fîrariyek û siyasetmedarek hebû. Tevî 30 sal derbas bû jî erebe guherî lê hişmendî neguherî ye. Ew hişmendî îro bi krîza borsayê û fonan didome. Dîsa yên sûcdar û rayedarên dewletê yên îro di heman erebeyê de ne. Heta piştperdeya wê dernekeve holê hemû kesên berpirsin neyê cezakirin û hesap nedin em ê li pey vê dozê bin.”   Tulay Hatîmogullari bal kişand ser pirsgirêk û krîza aboriyê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Teqawid nikarin debara xwe bikin û tevî temenê xwe yê mezin jî neçarî xebatê tên kirin. Desthilat tenê di hilbijartinê de teqawidan tînê bîra xwe. Dibêje em ê pirsgirêkên we çareser bikin lê tiştekî nake. Her roj karker û zarokên karker dimirin. Kes hesabê vê yekê nade. Divê berpirs bên cezakirin. Divê MESEM bên girtin. Li Meclisê hevdîtina budçeyê jî dest pê kir. Desthilat çi ji karker, jin, ciwan û civakê re wadê dike. Em weke DEM Partiyê dibêjin divê meaşê teqawidan bi 61 hezar lîreyî were sererastkirin û her tim bê nûjenkirin. Ji sermayedar û rantê re çavkanî heye lê dema dibe kedkar û teqawid dibêjin çavkanî tune ye. Weleh çavkanî heye lê hûn nakin. Jin dibêjin çavkanî heke ji rant û çekan re neyê veqetandin û ji jinan û xizanan re were veqetandin pêşî li xîzaniyê dê bê girtin.”   Tulay Hatîmogullari bal kişand ser ku kampanyaya wan a “Ji bo nan, aştî û edaletê budçe” û wiha axivî: “Di van kampanyayên me de welatî derdê xwe tînin ziman. Welatî şert û mercên di nav de dijîn tînin ziman. Welatî dibêjin em dixwazin weke mirov bijîn. Em jî li vir dibêjin; ew ne qedera me ye. Em dikarin vê qederê biguherînin. Bes em bibin yek, xwe rêxistin bikin û têkoşîna kedê mezin bikin.”   Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ew ê ji pêşniyar qanûna hevpeymana Mekkeyê re bejin ‘na’ û wiha got: “Me di komisyona têkiliyên dervê de ji vê qanûnê re got na û em ê di desteya giştî de jî bêjin na. Ji ber ku li gorî vê peymanê heke li dijî welatekî di nava peymanê de êrişek bibe weke ku bi hemû welatan re bûye. Tirkiye bi vê peymanê rasterast li rex Siûdiyê cih digire. Ji bo pereyên Siûdî dê zarokên xizanan bibin Yemenê û şer bi wan bidin kirin. Divê Tirkiyeyê dîplomasiya aştiyê bike. Çawa ku em li vir têkoşîna aştiyê dikin û dixwazin li Tirkiyeyê aştî pêk were bi heman awayî ji bo dinyayê jî dixwazin. Heta li herêmê aştî nebe em ê têkoşîna xwe ya aştiyê bidomînin.”   Tulay Hatîmogullari anî ziman ku li Enqereyê di Konferansa Jinan a “Em bi hev re pêşerojê diaxivin” de jin ji bo aştiyê hatin cem hev û wiha pê de çû: “Biryara şeran ne jin didin. Hişmendiya serdest a zilam biryara şer dide û em jin jî têkoşîna aştiyê dikin. Em spasiya komîteya amadekar a vê konferansê dikin ku em anî ba hev. Em jin dê siberoja xwe bi hev re ava bikin.”     Tulay Hatîmogullari ragihand ku li gorî daneyên Sayiştayê herî zede li şeredariya Wanê ku qeyûm danîne ser wê gendelî û bertîl hatiye kirin û şeredariyên tên desteserkirin dibin cihê gendeliyê.   Tulay Hatîmogullari Dayika Aştiyê Elîf Aslan ku hefteya bihûrî jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û derbarê çalakiya Dayikên Aştiyê a li Enqereyê de wiha got: “Dayikên Aştiyê ji bo pêvajoyê li vir in. Ji bo aştî pêk were hatin Enqereyê. Dixwazin gavên pêwist bên avetin. Ne tenê ji DEM Partiyê re ji hemû partiyên siyasî re pêşniyarên xwe dikin. Aştî ne tenê berpirsyariya me ye. Ya hemû partiyan e. Dayikên Aştiyê li Enqereyê bang li desthilatê dikin; Dibêjin ji bo aştiyê hûn li benda çi ne. Dayikên Aştiyê ji bo êdî tu dayik negirîn têkoşîna aştiyê dikin. Dayikan ji bo aştiyê di vê serma Enqereyê de li Parka Kurtuluşê ji bo aştiyê di kon de nobed girtin. Dayik dibêjin em ji sermayê natirsin. Bes bila aştî were, zarokên me neyên kuştin û ji girtîgehan bên berdan. Daxwaza dayikan şênber e. Dayik dibêjin; divê astengiyên li pêşiya pêvajoyê bên rakirin. Ji bo pêvajo bi rê ve biçe; divê azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk were. Girtiyên siyasî bên berdan. Peyama dayikên me yên laçikspî ji Enqeryê, ji parlamento, ji parkan û ji navenda bajêr belavî hemû cîhanê bû ev peyamek mezin e ji bo hemû Tirkiyeyê Dayik niha jî li Meclisê serdana komê partiyan dikin. Ez jî bang li hemû partiyên siyasî dikim; gotina dayikan nexşereya aştiyê ye. Guh bidin daxwazên dayikan.”   Tulay Hatîmogullari bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke dayik heta vir hatine û daxwaza aştiyê dikin. Bi banga birêz Ocalan pêvajoyek dest pê kir. Rêxistinê sozên xwe pêk anîn û gav avêtin. Niha dora avêtina gavan a dewletê ye. Qanûn derket lê gelo endamên tevgerê dê kengî vegerin. Takvîmeke desthilatê ya pêvajoye heye an na? Heke hebe çima ji raya giştî re parve nake. Ji bo qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê divê êdî wext nayê windakirin û bikeve meriyetê Divê Desteya Ewlehiya Neteweyî demildest rapora teyît û tespît amade bike û qanûn bikeve meriyetê. Li Meclisê divê êdî komîsyon bê ava kirin da ku Meclis jî bi rola xwe rabe. Gava sereke ya pêvajoyê şert û mercên azad ên birêz Ocalan e. Birêz Ocalan derbasî xaniyekî bûye lê divê ne cih azadiya wî ya fizîkî pêk were. Birêz Ocalan dixwaze rojnameger û hemû beşên civakê re hevdîtin bike. Ji bo cihê nû bi wate bibe divê derî bên vekirin û hemû beş bikarin hevdîtinê bikin. Em jî li vir silav û hezkirinên xwe ji birêz Ocalan re dişînin. Bila hemû kes jî bizanibe aştî pêşkeşî me nayê kirin. Em ê bi têkoşîna xwe berdewam bikin. Divê hemû kes xwe berpirs bibînin û çi ji destê wan were bike. Weke DEM Partiyê em ê ji bo aştiyê têkoşîna xwe bidomînin. Tu hêz nikare li pêşiya me bigire. Çi dibe bila bibe em ê aştiyê bînin vî welatî.”