Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan 2026-10-29 16:12:57   ÎZMÎR - Şandeya DEM Partiyê li girtîgehên Herêma Egeyê bi girtiyên siyasî re hevdîtin pêk anî û daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku binpêkirina mafên girtiyan berdewam dike û diyar kir ku demokrasî bi berdana girtiyên siyasî pêkan e.   Şandeya ku ji parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Nevroz Ûysal Aslan, parlamenterên Îzmîrê Bûrcûgûl Çûbûk û Îbrahîm Akin, parlamenterên Colemêrgê Vezîr Parlak û Onûr Duşunmez pêk dihat, li girtîgehên Herêma Egeyê serdana girtiyên siyasî kir.   Şandeyê di 26 û 27'ê Cotmehê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind (YGC) a Bûca Kiriklarê û Girtîgeha Tîpa F a hejmar 1 û 2'yê hevdîtin pêk anîn; di 28 û 29'ê Cortmehê de jî li Alîagayê li Girtîgeha Jinan a Şakranê û Girtîgehên Girtî yên hejmar 1, 2 û 4an hevdîtin pêk anîn.   Serdan wê sibê bi hevdîtinên li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê berdewam bikin.   ‘Tecrîda li ser girtiyan didome’   Şandeyê piştî hevdîtinên li Girtîgeha Şakranê daxuyanî da. Li ser navê şandeyê Nevroz Ûysal Aslan axivî û diyar kir ku mercên îzolasyon û tecrîdê yên li girtîgehên Tîpa F û YGC yên li Tirkiyeyê, piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan hat girtin li hemû girtîgehan hîn bêtir tên dîtin û wiha got: “Me dît ku li Bûca li girtîgehên YGC û Tîpa Fê têkiliya girtiyan a bi hev re hatiye kêmkirin, çalakiyên civakî ne wisa ku di qanûnê de hate nivîsandin, bi awayekî cihêkarî li ser xwestek û kêfa îdareyê hatiye hiştin, îdare daxwazên hevdîtinê yên girtiyên siyasî dereng dibersivîne yan jî qet bersivê nade. Dîsa me dît ku pratîkên desteserkirina azadiya girtiyan bi rêya Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ku di sala 2021'ê de xistin meriyetê berdewam dikin.”   ‘Ferzkirina nasnameyê li Şakranê berdewam dike’   Nevroz Ûysal Aslan destnîşan kir ku li Şakranê 3 girtiyên jin ên ku cezayê heta hetayê dane wan hewşa hevpar li wan hatiye astengkirin û ev tişt anî ziman: “Sepana ferzkirina nasnameyan a li ser girtiyan; di dema wergirtina kargoyan de, di dema derketina hewşê de, di dema çûyîna hevdîtina parêzer û malbatan de berdewam dike. Me dît ku girtiyên ESP'yî yên ku 2 meh in anîne vir, ji mafên sporê, hewşê û çalakiyên civakî sûd wernagirin.”   ‘Materyalên kurdî tên astengkirin’   Nevroz Ûysal Aslan anî ziman ku girtiyên nexweş yek ji birînên kûr ên Tirkiyeyê ne û derbarê girtiyên nexweş de ev agahî dan: “Aliyên hiqûqî, mafên mirovan, edalet û wijdaniyê yên vê meseleyê hene. Me dît ku li vir astengiyên li ber gihîştina tenduristiyê ya girtiyan hene û ev astengî ewqas pêş ketiye ku mafê jiyanê yê nexweşan dixe xetereyê. Gelek girtî gelek caran anîn ziman ku divê mijar ne bi awayekî kesane, lê wekî pirsgirêkek avahîsaziyê bê destgirtin. Me dît ku li hemû girtîgehên ku me hevdîtin pêk anîne, helwestên astengkirina li hember weşanên Kurdî berdewam dikin. Nameyên Kurdî bi hinceta ku tên xwendin dereng tên dayîn. Kovarên Kurdî, pirtûk, roman û pirtûkên helbestan yan qet nayên dayîn an jî piştî mehan tên dayîn. Em dikarin bibêjin ku sepana cihêkarî û dijminane ya li hember Kurdî berdewam dike. Tevî vê yekê me bawerî û hêviya azadiyê ya hemû girtiyan di her hevdîtina ku me kir de careke din dît.”   Nevroz Ûysal Aslan diyar kir ku di Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de rêya siyaseta demokratîk û hiqûqê di berdana girtiyên ku li girtîgehan tên girtin re derbas dibe.