Li gelek bajaran ji bo pakrewanên azadiyê bîranîn 2026-10-28 13:47:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo pakrewanên têkoşîna azadiyê li gelek bajaran bîranîn hatin lidarxistin û mewlûd hatin dayîn. Bang hate kirin ku hêzên siyasî yên Kurd bibin yek û di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên şênber bên avêtin.   Li gelek bajaran pakrewanên têkoşîna azadiyê ji aliyê  Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alikariya ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) hatin bîranîn û ji bo wan mew mewlûd hatin dayîn.    Wan    Bi pêşengiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alikariya ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Wanê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, li ewyanek dawetê ya li Taxa Karşiyaka ya navçeya Rêya Armûşê mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de pankarta “Şehîdên me rûmeta me ne”, “Em şehîdên azadiyê bi bîr tînin” hatin daliqandin û dirûşmên “Şehîd namirin”,“Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Bi sedan welatî tev li mewlûdê bûn.   ‘Em ê xeyalên wan pêk bînin’   Di bernameyê de ewilî mewlûd hate xwendin. Piştî xwendina mewlûdê, Hevseroka MEBYA-DERê Mizgîn Avşîn axivî û got: “Di dîroka Kurdistanê de gelek kesan di bin şert û mercên giran de ji bo gelê xwe têkoşîn daye û jiyana xwe ji dest daye. Ger em îro gihiştibin vê astê, bi xêra van lehengên me ye, em di dirêjahiya jiyana xwe de deyndarê wan in. Em ê xeyalên wan pêk bînin. Em ê têkoşîna wan nîvco nehêlin.”   Piştre Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Guneş axivî û banga parastina mîrateya şehîdan dubare kir. Weysî Guneş destnîşan kir ku divê xwedî li nirxên ku ji bo gelê Kurd hatine afirandin derkevin û têkoşîn bê xurtkirin.   ‘Divê dewlet gavên berbiçav biavêje’   Herî dawî Hevberdevka Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û bal kişand ser wateya têkoşîna 52 salî ya azadiyê. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît da zanîn ku dema mijar dibe şehîd û têkoşîna wan, hemû zimanan bînin ba hev jî li hember têkoşîna wan dê kêm bimîne û got: “Li hember têkoşîna ku ev 52 sal in tê dayîn, ax ji nû ve şîn bû. Em êdî naxwazin xwîn li ser vê axê birije. Bi peyama Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan re gelek gav hatin avêtin, lê dema em dinêrin ji aliyê dewletê ve gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Êdî pêwîst e gavên berbiçav bên avêtin û her kes di ferqa berpirsiyariya xwe de be.”   Banga yekîtiyê   Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di dawiya axaftina xwe de banga yekîtiyê li hemû aliyan kir û got: “Banga me ji bo hemû partî û siyasetmedarên Kurdistanê ye; îro dema yekîtiyê ye. Ev ax axa me ye; em duh jî li ser vê axê bûn, îro jî li vir in û em ê li ser vê axê berdewam bin.”   Piştî axaftinan xwarina mewlûdê hate dayîn û bername bi dawî bû.   Agirî   Di merasîma li navçeya Bazîd a Agiriyê de jî Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag bal kişand ser girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.   Heval Bozdag diyar kir ku tevî hemû astengiyan jî ew ê piştgirî bidin gavên ji bo aştiyê hatine avêtin.   Piştî duayan û xwarina mewlûdê, bername bi dawî bû.   Êlih   Bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine (MEBYA-DER) ya Êlihê bi boneya 40 rojiya şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê li Eywana Dawetê ya Vûralê ya li taxa Pazaryeriyê mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de rêveber û endamên MEBYA-DERê, Hevberdevka DEM Partiyê parlamentera Şirnexê Ayşegul Dogan, Rêxistinên Partiyên Siyasî yên navend û navçeyan, Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên TJAyê, gelek saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tev li bûn.   Li Eywana ku mewlûd lê hate dayîn posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Malbat şopdarên şehîdên xwe ne”, “Şehîdên me rûmeta me ne” û “Şehîd namirin” hatin daliqandin. Girseyê ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê deqeyek rêzgirtin û piştî rêzgirtinê dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin.   Hevberdevka DEM Partiyê parlamentera Şirnexê Ayşegul Dogan di mewlûdê de axivî û ev tişt anî ziman: “Rewşeke zehmet û giran e, em qala şîneke herî kêm 50 salan dikin. Axaftina derbarê wan de ne hêsan e. Dilê me jî gelek diêşê û em dizanin dilê we jî diêşê. Em Kurd li her devera cîhanê dibêjin; me ev êş dîtiye û xwedê nede tu kesî, bila tu kes nebîne. Em weke miletê Kurd ne aşiqê şer û pevçûnê ne. Van kesên ku canê xwe feda kirine, ne ji bo berjewendiyên xwe yên takekesî kirine. Dest dirêjî tu tiştekî nekirine. Zimanê kesî, heqê kesî, hebûna kesî û tu kesî bi tenê nehesibandine. Ji bo tu kesî negotine; Kuştin, qirkirin, bombebarandin, surgunkirin û parçekirin qeder e. Em miletekî serbilind in. Em çi ji xwe re dixwazin, em ji gelên din re jî dixwazin. Lê gelên din ji xwe re çi dixwazin, em jî ji xwe re dixwazin, ji ber ku heqê me jî heye, em mafdar in. Em ê xewn û xeyalên şehîdan bi cih bînin. Wekî tê zanîn niha pêvajoyek heye, em bi têkoşîna xwe û mîmarê vê pêvajoyê bibawer in.”   Mewlûda şehîdan bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.   Amed   MEBYA-DER'ê ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê yên meha Cotmehê li Navenda Çandê ya ÇandAmedê bîranînek lidar xist. Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin qîrîn. Sînevîzyonek li ser çîroka jiyan û têkoşîna têkoşeran hate nîşandan.   Colemêrg   i pêşengiya Komeleya Çand, Yêkitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER), ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê li navçeya Geverê ya Colemêrgê mewlûd hat dayîn. Endam û rêberên MEBYA-DER'ê, Dayîkên Aştiyê, hevşaredarên Geverê, endamên DÎKê û bi sedan malbatên şehîdan tev li mewlûdê bûn. Li eywanê weneyê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Em deyndarê şehîden xwe ne”û “Şehîdên me rûmeta me ne” hatin daliqandin.   ‘Em li pişt Serokê xwe ne’   Di destpêka mewlûdê de hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Abdullah Kirmizigul diyar kir ku bi keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan îro şoreşa Kurdistanê di qonaxek din de ye. Abdullah Kirmizigul anî ziman ku bi keda wan pêvajoyek nû destpêkiriye û got: “Dewleta Tirk pêvojoyê sist digire û serokê me, partiya me û gelê me her gav avêtin. Lê dewletê hêj tu gav ne avêtine. Em bi hêviyê ne ku pêvajo encam bigire. Em ji Geverê heta Îmraliyê silavên xwe dişînin. Em li pişt Rebêrê xwe ne.”   ‘Êş û keda me yek e’   Dayika Aştiyê Gulbeyaz Mihçi di axaftina xwe de anî ziman ku êş û keda wan hemûyan yek e û got: “Ez bawerim ji vê rojê û şûnde dilê me wê xweş be û em ê bigihijin azadiyê. Ev mewlûde ku îro tê xwendin, bila ji bo hemû rihê şehîdên Kurdistanê be.”   ‘Cangoriyên me di doza me de ne’   Parlementera Colemêrgê Oznur Bartin hemû Şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û di axaftina xwe de wiha got: “Me cangoriyên xwe spartin dilê xwe, Kurdistanê, mêjî û doza xwe. Ev pêvajoye bi keda wan cangoriyan heta vê astê hatiye. Em bawer in ku bi keda Rêber Apo, keda şehîdan û gelê me wê bi serbikeve.”   Bername bi xwendina mewlûdê domiya û piştî xwarinê bi dawî bû.