ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2026'AN 2026-10-28 09:00:00     * Li Amedê jin û ciwan bi tiryak, çete û fuhuşê re tên rû hev, bandora  polîtîkayên şerê taybet ya li ser civakê tê nîqaşkirin. Li bajar tevî operasyonên tên meşandin, torên sûc didomin, ji bo parastina ciwanan polîtîkayek nayê meşandin. DOSYA   * Parêzera Îpek Er, Nesrîn Bîlge da zanîn ku wê li dijî biryara beratê ya doza ku gumanbar Mûsa Orhan a ji sûcê ‘ber bi întîxarê ve birin’ dihat darizandin de, nav du hefteyan de li Dadgeha Herêmî ya Amedê îtîraz bikin. DÎMEN HEYE    * Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz der barê pêvajoyê de xivî û da zanîn ku Rêveberiya Tevgerê gelek gav avêtine û li dijî vê dewlet û desthilatdariyê gavên pêwist navêtine. Sumeyye Boz wiha got: “Piştî Qanûna Çarçoveyî, tê payîn ku gavên şênber yên ji avabûna civaka demokratk û aştiyê re xizmetê dike bên avêtin.” BI DÎMEN    *Li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê bi hatina payizê re komkirina kizwanan destpê kir. Jinan ji bo komirina kizwanan berê xwe dan çiyan. DÎMEN HEYE    *Zelîha Comert ya bi salane diçe paqijiya malan dike mobînga li ser hatiye kirin wiha vegot: “Yên me biçûk dibînin hene. Ji ber vê ez cara duyemîn naçim wan malan. Divê tu kes biçûk neyê dîtin.” BI DÎMEN    *Necat Koparan û Eren Oguz ên tecawizî zarokekê kirin û bi ser de jî ji ser wêneyên zarok gef li zarok xwarin piştî îfadeyê hatin berdan.  Zarok di bin parastina dewletê de ye û hat hînbûn ku her du zilaman xebata xwe berdewam kirine.