'Em ê têkoşîna pakrewanan tacîdar bikin' 2026-10-27 16:33:46   SÊRT - Bi pêşengiya MEBYA-DER'ê, ji bo pakrawanên têkoşîna azadiya Kurd, mevlûd hat dayîn. Di mevlûdê de wiha hat gotin: "Rêber Apo pêvajoyek da destpêkirin. Divê em jî li gorî ruhê vê pêvajoyê tevbigerin û têkoşîna xwe mezin bikin."   Bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dêrgûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER), ji bo pakrawanên têkoşîna azadiya Kurd, mevlûd hat dayîn. Mevlûda ku li hêwaneke taybet a li bajêr hate dayîn, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî û gelek welatî beşdar bûn.   Di bernameyê de pankarta “Em deyindarê şehîdên xwe ne, şehîdên me rûmeta me ne” hate daliqandin, piştî xwendina mevlûdê Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Sêrtê Sebahat Erdogan Saritaş axivî û diyar kir ku di têkoşîna 50 salî de dilê dayikan timî şewitiye û ev tişt got: “Bi salan e em têkoşîn û berxwedana hebûnê didin. Hemû dewletên cîhanê bûn yek, ji bo ku ev gel nebe xwediyê statuyeke, nasnameyekê û zimanê xwe dixebitin. Li dijî vî gelî hemû xerabiyên ji destê wan tên, dikin. Heya niha li Kurdistanê gelek serhildan çêbûn. Kurdan dîsa jî li ber xwe dan. Civaka Kurd her dem li dijî wan derket û got ‘Em hene’. Dema em li dîroka xwe ya nêz dinêrin, em hemû êş û astengiyên ku bi sedsalan e em dijîn bi zelalî dibînin.”    Hevserokê MEBYA-DER’ê yê Sêrtê Abdûlbakî Taşçi jî wiha axivî: “Em bi saya wan hatin van rojan. Ji vir şûn de jî çi ji destê me bê em ê ji bo şehîdan bikin da ku xewnên wan pêk bên. Em ê têkoşîna wan tacîdar bikin. Divê em şopa wan bişopînin da ku ew jî di gora xwe de aram bin. Rêber Apo pêvajoyek da destpêkirin. Divê em jî li gorî ruhê vê pêvajoyê tevbigerin û têkoşîna xwe mezin bikin. Wekî din tu şansê me nîne. Divê her kes bi vê nêzîkatiyê tevbigere.”   Bernameya mevlûdê, piştî xwendina peyama Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, bi dirûşmên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.