Halîde Turkoglû: Em dixwazin li gel jinên astengdar biaxivin 2026-10-27 13:48:03   AMED - Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû di kombûneke li Amedê de işaret bi girîngiya tevlîbûna jinên astengdar li nava pêvajoyên biryardanê kir û got, xizmeta ji bo astengdaran qencî nîne, lê berpirsyarî ye.   Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, Komîsyona Astengdaran, Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bismilê û Yekîneya Xizmeta bi Extiyar û Astengdaran re bi dirûşma "Jin ên astengdar jî hene" li Bismilê bi jinan re civiyan.   Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Hatîce Betul Çelekî û gelek jin tevlî bûn.   Halîde Turkoglû di kombûnê de axivî û bal kişand ser newekhevî û cihêkariyê. Halîde Turkoglû ragihand ku jin têne astengkirin ku li ser jiyana xwe biryarê bidin, tevlî pêvajoyên rêveberiyê bibin û destnîşan kir ku pirsgirêk û daxwazên jinên astengdar divê yekser bi wan re bê nirxandin.   Halîde Turkoglû got, "Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin" û destnîşan kir ku divê jinên astengdar di pêvajoyên biryardanê de hebin û hêmana esasî ya jiyana xwe bin. Turkoglû got, naskirina cihêrengiyan bi hevparkirina tecrûbeyan û nehiştina ti jinan li paş dibe.   Halîde Turkoglû diyar kir ku jin ên astengdar bi rîska îstîsmar û tundiyê rû bi rû ne û destnîşan kir ku bersivdayina li pirsgirêkên perwerde, tenduristî, kar, ragihandin, jiyana civakî û tevlîbûna li siyasetê ji bo jin ên astengdar, berpirsyariya rêveberiyên xwecihî û dewletê ye.   Halîde Turkoglû destnîşan kir ku weke DEM Partî ew ê polîtîkayên bi jinan û astengdaran re bi dewamî hilberîne. Lewma banga mezinkirina piştevaniya rêxistinbûyî û têkoşîna ji bo jiyaneke wekhev û azad a jinên astengdar kir.