MSD'ê êrişên li Girê Spî şermezar kir 2026-10-27 10:36:50   NAVENDA NÛÇEYAN - MSD'ê êrişên li ser malbatên Kurd ên vegeriyan Girê Spî şermezar kir û diyar kir ku hikumeta demkî ji parastina wan berpirsyar e. MSD'ê xwest, lêpirsîneke serbixwe bê vekirin û sûcdar bêne darizandin.   Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) diyar kir ku tiştê qewimî sûcek li dijî sivîlên bêçek e, binpêkirinek eşkere ya rûmet û mafên wan e, êrişek rasterast li ser mafê wan ê vegera ewle bo malên xwe ye û gefek cidî ye li ser aştiya sivîl û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên cûda yên civaka Sûriyeyê de. Her wiha ev binpêkirina peymana 29'ê Çile ye.   MSD'ê diyar kir ku berpirsyarî bi tevahî dikeve ser hikûmeta veguhêz ji bo parastina sivîlan û parastina milkê wan, rawestandina van êrişan û pêşîgirtina li dubarebûna wan.   MSD'ê, daxwaza lêpirsînek serbixwe, bêalî û giştî kir da ku şert û mercên tiştê qewimî eşkere bike, sûcdar û teşwîqker werin darizandin û çanda bêcezatiyê bi dawî bibe.   MSD'ê her wiha diyar kir ku parastina sivîlan, pêkanîna edaletê û misogerkirina mafê vegerê stûnên bingehîn in ji bo avakirina Sûriyeke yekgirtî li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û naskirina mafên hemû pêkhateyên wê.