Dayika Îpek Er: Heta Mûsa Orhan bê girtin, ez ê dengê xwe bilind bikim 2026-10-27 09:55:11   SÊRT - Dayika Îpek Er, Hikmet Kilinç, diyar kir ku ew ê li dijî beraeta Musa Orhan dev ji têkoşîna xwe ya edaletê bernede û wiha got, "Suleyman Soylu ji min re got, 'Di tu şert û mercan de bi Kurdî neaxive, navûdengê xwe li ber çavên dewletê xera neke. Ez ê nehêlim mafên keça te werin binpêkirin.' Lê niha ez ê bêdeng nemînim heta ku Mûsa Orhan bê girtin." Hikmet Kilinç her wiha ji her kesî xwest ku li hember biryarê bertekê nîşan bidin.   Di doza mirina Îpek Er de, ku li Êlihê ji aliyê çawişê berê Mûsa Orhan ve tecawiz lê hatibû kirin û ber bi xwekuştinê ve hatibû kaşkirin, biryar hat dayîn. Di rûniştina ku di 22'yê Cotmehê de li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 1'emîn a Êlihê hat lidarxistin de, tevî pêşniyara dozgeriyê ya cezayê, Mûsa Orhan ji sûcê "teşwîqkirina xwekuştinê" beraet kir. Dadgehê îdia kir ku "delîlên berbiçav ên ji gumanê wêdetir" tune ne ku nîşan bidin sûc hatiye kirin. Berê li Mûsa Orhan ji ber "êrîşa zayendî" 10 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn.   Dayika Îpek Er, Hikmet Kilinç, derbarê beraetkirina sûcdar Mûsa Orhan de ji ajansa me re axivî û bertekek neyînî nîşanî biryarê da.   'Ez nahêlim mafên keça min werin binpêkirin'   Hikmet Kilinç berteka xwe ya li hember beraetê bi van gotinan anî ziman: "Piştî veşartina keça min, mafê wî tune ku bi azadî bigere. Wî û hevalê wî keça min xapandin, derman dan wê, ew birin Îzmîrê û birin otêlan. Kesên din keça min hişyar kirin û gotin, 'Ji vir derkeve, ew ê te bifroşin.'  Dewletê ji min re got, 'Em nahêlin mafên keça te werin binpêkirin,' lê ev çênebû. Ez ê her tiştê ku ji destê min tê bikim. Divê dewlet teqez wî bigire. Ez dixwazim ew qatil were girtin ji ber ku ew qatilê min e. Gotinên dawî yên keça min ev bûn; 'Divê hûn nehêlin mafên min werin binpêkirin.' Min baweriya xwe bi dewletê anî, lê dewletê biryara beraeta Mûsa Orhan da. Ji bo lêgerîna edaletê ya ji bo keça min, çi ji destên min bê ez ê bikim. Divê dewlet teqez wî ceza bike."   'Ew ê sibehê tecawizî kesekî din bike'   Hikmet Kilinç, diyar kir ku ew ê bêdeng nemînin û wiha berdewam kir, "Divê dewletê ew girtiba. Ez nizanim çima ew nayê girtin. Mûsa Orhan zilamê dewletê bû û hîn jî wisa ye, ji ber vê yekê wî beraet kir. Mûsa Orhan dê sibehê yan roja din biçe û tecawizî jineke din bike. Ma ne şerm e? "   'Tekane tiştê ku ez dixwazim ew e kujer bê girtin'   Hikmet Kilinç bal bir ser gotinên Suleyman Soylu û wiha domand: "Dema keça min hat kuştin, Suleyman Soylu ji Sêrt, Amed, Stenbol û Misircê 20 parêzvan şandin Hamdûnayê. Ew bi xwe hat Hamdûnayê û got, 'Di tu şert û mercan de bi Kurdî neaxive, navûdengê xwe di çavên dewletê de xera neke. Ez nahêlim ku mafên keça te werin binpêkirin.' Suleyman Soylu ev yek bi xwe ji min re got. Min baweriya xwe pê anî û wekî ku wî got kir. Min got, 'Tekane tiştê ku ez dixwazim ew e ku kujer bê girtin.' Piştî şeş salan, beraeta Mûsa Orhan hat. Ji niha û pê ve, ez ê her tiştê ku divê bê gotin bibêjim."   'Ez ê heta ku Mûsa Orhan bê girtin têbikoşim'   Hikmet Kilinç da zanîn heta Mûsa Orhan bê girtin ew ê têbikoşe û wiha got, "Heta Mûsa Orhan bê girtin, ez ê dengê xwe bilind bikim. Ger dewlet Mûsa Orhan negire, ez ê her tiştê ku di hişê min de ye bibêjim. Ez dixwazim her kes rabe ser piyan, ez dixwazim her kes ji bo Îpek li edaletê bigere. Ez ê heta dawiya jiyana xwe ji bo keça xwe têbikoşim."