Ji Îzmîrê ji bo girtiyan bang 2026-10-26 14:07:13     ÎZMÎR - Li Îzmîrê MED TUHAD-FED Û EGE TUHAY-DER derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan de li ber Edliyeya Bayrakliyê daxuyaniyek dan û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş ên giran û taloqkirina înfazan û ev bang li rayedaran hate kirin: “Ji bo ku hêviyên aştiyê veguherin rastiyê, divê dawî li bêhiqûqiyan bê anîn û gavên berbiçav ên ku rêya aştiyê vedikin demildest bên avêtin.”   Federasyona Komeleyên Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED) û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER), derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li pêşiya Edliyeya Bayrakliyê ya Îzmîrê daxuyaniyek dan û çalakiya rûniştinê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Mafê tehliyekirinê nayê astengkirin. Bila dawî li taloqkirinên înfazan bê” hate vekirin. Metna daxuyaniyê ya bi Kurmancî ji aliyê Emîne Bozdag ve û ya bi Tirkî jî ji aliyê Ayfer Yildirim ve hate xwendin.   Emîne Bozdag bal kişand ser Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk a ku nêzî du sal in berdewam dike û destnîşan kir ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serdemeke nû dest pê kiriye. Emîne Bozdag da zanîn ku dayik û malbat li benda vekirina deriyên girtîgehan in û wiha got: “Hêvî û bendewariya girtiyên siyasî ew e ku bigihîjin azadiya xwe û rojek berî rojekê tev li jiyana civaka demokratîk bibin û di şert û mercên azad de tevkariyê li vê pêvajoyê bikin. Lê belê li girtîgehan binpêkirinên mafan bi îsrar berdewam dikin, cezayê girtiyan qediya ye jî berdana wan tê taloqkirin û înfazên wan tên şewitandin.”   Emîne Bozdag destnîşan kir ku bi dehan girtiyên nexweş ên giran di nava şert û mercên giran de têne ragirtin û navê girtiyan û rewşa nexweşiya wan yek bi yek rêz kir:   "* Alî Tetîk ê ku li girtîgeha Îzmîrê ya Jimara 2'yemîn tê ragirtin nexweşiya penceşêr lê peyda bûye.   * Bulent Koç ê ku li Girtîgeha Bûrhaniyeyê tê ragirtin nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye.   * Habîp Boga yê ku li Girtîgeha Îzmîrê ya Jimara 3'yemîn tê ragirtin nexweşiya şîzofreniyê lê peyda bûye.   * Mehmet Saît Yildirim ê ku li Girtîgeha Îzmîrê ya Jimara 1emîn Tîpa Fyê tê ragirtin qelbê wî stent kirî ye û xwedî gelek nexweşiyên giran e.   * Mehmet Salîh Fîlîz ê ku li Girtîgeha Bodrumê tê ragirtin nexweşiya penceşêrê ya rûviya lê peyda bûye, tuberkuloz e û hestiyên wî dihelin.   * Sekvan Becerîklî yê ku li Girtîgegeha Îzmîrê ya Jimara 2yemîn tê ragirtin nexweşê epîlepsîyê lê peyda bûye.   * Comert Bozkûrt Alzaymir û fitiqa piştê pê re heye.   * Sercan Gumuş, nexweşiyên weke dil, tansiyona zêde û KOAHê lê peyda bûne."   Emîne Bozdag diyar kir ku berdana girtiyên nexweş ên giran û kesên wekî Egîd Yalçiner û Ercan Gumuş ên ku înfazên wan bi awayekî kêfî hatine taloqkirin, divê demildest bê pêkanîn.   Emîne Bozdag bi bangewaziya li rayedaran dawî li daxuyaniyê anî û got: “Di serî de em bang li birêz Serokkomar û Wezareta Dadê, saziyên têkildar ên dewletê û rayedaran dikin; Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk a ku em tê de ne, di nav hemû gelan û aliyên civakê de hêvî, bawerî û biryardariyeke mezin ava dike. Ji bo ku ev hêvî veguherin rastiyê, divê dawî li bêhiqûqiyan bê anîn û gavên berbiçav ên ku rêya aştiyê vedikin demildest bên avêtin.”   Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.