Li Semsûrê ji bo pakrewanan mewlîd 2026-10-24 16:44:22   SEMSÛR - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li Semsûrê di bernameya mewlîdê ya ji bo kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane de axivî û wiha got: “Bi saya bi hezaran lehengên ku em navên wan nizanin, em îro siyasetê û pêvajoya muzakereyê dimeşînin. Ev rê dê bi aştiya ku zarokên me hesret bûn, bi xwedîstatûbûna Birêz Ocalan re bi encam bibe.”   Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Semsûrê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane li Eywana Can a Semsûrê bernmaya mewlîdê li dar xist. Di bernameyê de pankartên “Şehîd Rûmeta Me ne” û “Şehîd Namirin” hatin vekirin. Her wiha wêneyên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane jî li cihê bernameyê hatin danîn û bênavber dirûşma ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin.   Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgûn Uçar, rêxistinên bajêr û saziyên sivîl ên demokratîk û malbatên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û gelek welatî tev li bernameyê bûn.   Bername ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.   Piştî rêzgirtinê û xwendina diayan, Çîgdem Kiliçgûn Uçar ku derbarê wate û girîngiya rojê de axivî, bal kişand ser rola lehengan û wiha got: “Îro em li vir in, em îro siyasetê dimeşînin û pêvajoya muzakereyê bi rê ve dibin. Bi saya bi hezaran lehengên ku em navên wan nizanin, em giştî bi vê zanebûnê û berpirsiyarî digirin ser milê xwe. We ji bo hebûna gelê Kurd, ji bo têkoşîna azadî û wekheviyê rêhevaltiyê bi Birêz Ocalan re mezin kirin. Meseleya Kurd bi her awayî ket rojeva herkesî. Bi saya zarokên we û bi îradeya Birêz Ocalan komîsyonek hat avakirin. Li Meclisê qanûna bingehîn ku gava yekemîn a ji nû ve bi hev re bûnê ye, bi rêjeyeke bilind hat qebûlkirin. Em tam di wê noqteyê de ne ku ji înkarê ber bi azadiyê ve diçe.”   Çigdem Kiliçgûn Uçar di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya aştiyê û ev tişt anî ziman: “Carinan meseleya baweriyê derdikeve holê, Birêz Ocalan ev denklem ji holê rakir. Em ji bo vê serdemê avakar in; lê gelo desthilatiya AKPê û dewlet amade ne ku bi Kurdên wekhev û azad re bijîn? Bedel û windahiyên herî giran gelê Kurd da. Em îro xatir ji zarokên xwe naxwazin, em dixwazin xatir ji wê aqilê ku me înkar dike û aqilê dewletê bixwazin. Komîsyonek hat avakirin û jêrkomîsyon jî hatin sazkirin. Pêdivî ye ku Rêveberiya Tevgerê bi statûyekê bê pênasekirin. Pêvajoya ku Birêz Ocalan jê re gotî aştî û siyasetbûn divê dest pê bike, deriyên zindanan bên vekirin û rêya vegera bi hezaran kesên li sirgûnê bê vekirin. Gelo bedela ku mirovek bi ziman û nasnameya xwe bijî dikare 30 sal be? ‘Kurd ji kart-kurtê hatine’ hat destgirtin û rûpela ‘Kurd hene’ hat vekirin. Kurdan pergalek ava kir ku dewleta wan înkar dike neçar dihêle. Nîvê rê çûye, ev rê dê bi aştiya ku zarokên me xeyal dikir û bi xwedîstatûbûna Birêz Ocalan re bi encam bibe.”   Piştî axaftina Çîdem Kiliçgûn Uçar, bername bi xwendina dia û belavkirina xwarinê bi dawî bû.