Li Sûrê di nav xizanî, betalî û bêewlebûnê de jiyan 2026-10-24 09:12:11   Rozerîn Gultekîn - Pelşîn Çetînkaya    AMED - Welatiyên taxa Alîpaşa a Sûr a Amedê ku nav xizanî, bêewlebûn û betaliyê de dijîn, wiha dibêjin: “Kes rewşa xizanan nizane. Jiyana aliyekî luks a aliyekî jî xizane. Em wekheviyê dixwazin. Bila ji bo ciwan û jinan derfetên kar hebin. Ciwan betal dimînin û ber bi rizandinê ve diçin.”   Li Tirkiyeyê krîza aborî her diçe giran dibe û li gorî daneyên fermî sînorê xizaniyê 121 hezar û 786 lîraye, sînorê birçîbûnê jî 37 hezar û 388 lîraye. Li gorî daneyên TUÎK’ê ji sedî 28.8’ê nifûsê di xaniyên rizyayî de dijîn. Ji sedî 35.1 jî du rojan carê goşt, mirişk û masî nikarin bixwîn, ji sedî 19.6 jî hewcedariya sotemeniyê peyda nakin.    Li taxa Alîpaşa ya Sûr a Amedê gel pirsgirêkên debarê dijîn û nikarin hewcedariyên xwe peyda bikin. Jinên li taxê der barê krîzê de nêrînên xwe anîn ziman.   5 kes bi mûçeyên teqawîtbûnê debarê dikin   Saniye Saymadi ya 22 sale li Sûrê dijî diyar kir ku bi mûçeyê teqawîtbûnê jiyanê didomînin û wiha got: “Bi vê mûçeyê debare nabe. Ger pereyê min hebûna ez ê jî di xaniyê baş de runiştabama. Du zarokên min ji lîseyê mezun bûn yek dixwîne yê din betale. Em 5 kes in. Yek mûçeyek heye. Em bi vê debarê dikin. Kar hebe ez ê bixebitim. Bila wekhevî hebe. Pere hebûna minê jî xwarin çêkiriba. Minê jî alav bigirtana. Zivistanê em nikarin sotemenî bigirin. Dewlemend dewlemend dikin, xizan jî xizan dibin. Mirov li marketekê dan û standinek baş bikin 10 hezar digire. Bê guman em nikarin tiştekî wisa bikin.”     Betalî, xizanî û bê ewlehî   Mukadder Suner jî diyar kir ku ji ber xizaniyê li Sûrê jiyana xwe didomînin, li wir tu derfetên kar tune ne û got: “Di avahiyên valan de tiryak tên bikaranîn. Li vir ewlehî tuneye. Divê ev avahiyên vala bên paqijkirin. Em bi şev nikarin derkevin kolanan. 32 sale li vir dijîm taxa me berê ne wisa bû. Ciwan betal in û berê xwe didin tiştên xerab. Em bi mûçeyekê 4 kes debara xwe dikin. Em bi qertên şaredariyê dikarin dan û standinê bikin. Hinek jiyanek luks dijî hinek jî ya xizan."   ‘Ez bi 5 hezarî çi bigirim?’   Gulhan Deneklî jî wiha got: “Jiyan zehmet e. Pereyê tê mala me 5 hezar e û ew jî ji xaniyê ku min daye kirê tê. Ez astengdar im. Min serlêdan kir lê alîkariyê nadin min. Ji ber du xanî li ser min in tê redkirin. Du xaniyên min hene û lê her du jî kevnin. Yek ez tê de me yê din di kirê de ye.  Ez bi wê debara xwe dikim. Nexweşa şekir, tansiyon û bam e. Tu alîkariya min nayê kirin.”   ‘Kez xizanan nabîne’   Afîtap Sevîcî jî diyar kir ku salên 90’î de ji gund koç bajar kirine û 23 sale li Sûrê dijîn û got: “Ez û hevjînê xwe neşweş in.  Ji er vê em naxebitin. Zarokên me ji bo debarê 5-6 hezar didin me. Em serî li alîkariyên civakî didin tên redkirin. Em nikarin mirişkekê bigirin. Ez ne xizanbûma min serî lê nedida. Lê kes rewşa xizanan nabîne. Qerta min ya şareseriyê heye bi wê dan û standinê dikim.”   ‘Her tişt bihaye’   Hatîce Varli jî wiha anî ziman: “Hevjînê min teqawîte. Em 4 kes pê debarê dikin. Lê têr nake. Her tişt bihaye. Du zarokên min hene ew jî betal in.”