ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2026'AN 2026-10-22 09:00:00     *Dayika Rojîn Suruç a di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest da, Kadriye Kuytu wiha got: “Keça min zilma ku li Kurdan dihat kirin di temenê biçûk de ferq kir. Ji ber vê yekê di dema şoreşa Rojava de tevli bû.” DÎMEN HEYE    *Jinên der barê pêvajoyê de axivîn diyar kirin ku pêkhatina aştiyê girêdayî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên siyasî, avêtina gavên şênber ên ji aliyê dewletê ve û yekitiya gelê Kurd e. DÎMEN HEYE    * Parêzera OHD’î Meryem Agar  rapora CTP’ê ya sala 2024’an a Tirkiyeyê nirxand û balkişand ser tecrîd û binpêkirinên mafan yên li ser jin û zarokan û got: “Bi dayikê re zarok di hucreyê de hiştin, ji mirovahiyê dur e, binpêkirina mafên mirovan e, îşkence ye.” DÎMEN HEYE   * Xwendekara hiqûqê Ferîha Selçuk diyar kir ku bêbaweriya li hember darazê ciwan berê xwe didin têkoşîna hiqûqê û got piştî mezuniyetê ew dixwaze di têkoşîna kolektîf a ku parêzer û demokrat dimeşînin de cih bigire. BI DÎMEN