Dayika Aştiyê Hatun Aslan koça dawî kir 2026-10-16 09:59:08   AMED - Dayika Aştiyê Hatun Aslan duh êvarê piştî krîza dil koça dawî kir.   Hatun Aslan, ku li Amedê ji dayik bû û mezin bû û beşek mezin ji jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê derbas kir, duh êvarê piştî krîza dil koça dawî kir. Cenazeyê Hatun Aslan dê piştî nimêja înê li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê were veşartin.