Weqfa Jinan a Utamara salvegera xwe pîroz kir 2026-10-11 19:24:06   NAVENDA NÛÇEYAN- Weqfa Jinan a Utamara  ku li Almanyayê xebatê dimeşîne, 20’emîn salvegera xwe  bi tevlîbûna jinên ji netewên cuda, nûnerên partiyên siyasî û rêveberên xwecihî pîroz kir.   Weqfa Jinan a Utamarayê di 20’mîn salvegera damezrandina xwe de li Navenda Hevdîtinê ya Utamara pîrozbahî li dar xist.   Gelek jinên ji netewên cuda, nûnerên Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD), Partiya Çep û Keskan û ji Neuwied û ji herêmpn derdora wê nûnerên wekheviyê tevlî bûn.   Bername bi axaftinên lîjneyê rêveberî û xebatkarên Weqfê destpê kir.  Xebat, tecrube û projeyên 20 salan a Utamarayê hate nirxandin. Dîmena ku dîrok û xebatên weqfê vedibêje, hate pêşandan.   Nûnerên wekheviyê û şaredarê ku di bernameyê de mafê axaftinê girtin, bal kişandin ser girîngiya Utamarayê ya li herêmê.   Utamara ku wekî navendekî hevdîtin, piştevanî û alîkariyê xebatê dike, 20 sal in tevlîbûna jinan a ji bo jiyana civakî û xurtkirina piştevaniyê xebatê dimeşîne.   Pîrozbahî bi pêşkêşkirina xwarinên herêmî û stranan dewam kir. Beşdaran tecrubeyên xwe gotin û salvegera 20’an a weqfê pîroz kirin.