Hevdîtinên Şandeya Bakurê Kurdistanê yên li Rojava didomin 2026-10-11 15:12:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya rêvevberiya xwecihî û şaredariyan a ji Bakurê Kurdistanê bi Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed de hevdîtin kir.   Parêzgerê Hesekê Nûredîn Ehmed, li avahiya Parêzgeha Hesekê ya li bajarê Hesekê, şandeya rêveberiya xwecihî û şaredariyan a ji Bakurê Kurdistanê pêşwazî kir.   Li kêlek parêzger şande ji hêla Endamê Komîteya Rêveber Xalid Îbrahîm û Endezyara ku cihê xwe di Gerînendetiya Peywendiyan de digire Newara Sebrî ve hat pêşwazîkirin, hevdîtina di navbera her du aliyan de girtî pêk hat.   Şande ji Heveroka Şaredariya Mezin a Mêrdînê û Hevberdevka Komîteya Dîplomasî ya Rêveberiyên Xwecihî Devrem Demîr, Hevseroka Şaredariya Navçeya Yenî Şehîr a Amedê Sfiya Akadax, Hevseroka Şaredariya Navçeya Farqîn a Amedê Sevîm Bîcîcî, Hevseroka Şaredariya Tetwan Belgîze Bîştaş Îboz Demîr û Endama Komîteya Dîplomasî Rûken Demîr pêk tê.   Ev hevdîtin di çarçoveya hevdîtinên dîplomasî yak u şande li herêmê pêk tîne hat lidarxistin, şande ji bo pêşxistina têkiliyan, naskirina rewşa îdarî û xwecihî, pêşkêşkirina destekdayînê ji bo şaredariyê li herêmê serdanan dike.