'Di her gotineke Nagîhan Akarsel de heqîqetek hebû' 2026-10-03 09:08:47   ENQERE - Reyhan Yildirimci ku demek dirêj bi Endama Navenda Lêkolîna Jineolojiyê rojnameger Nagîhan Akarsel ku hat qetilkirin re xebitî wiha got: “Temenê biçûk de rihê têkoşînê qezenc kiribû. Têkoşîna wê ya ewil der barê jiyana jinên li gundê wê bû.”   Rojnameger û lêkolînera Jineolojiyê Nagîhan Akarsel ku jiyana xwe da ser lêgerîna heqîqet û çîrokên jinan, di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê li ber mala xwe hat qetilkirin. Di ser qetilkirina wê de 4 sal derbas bû. Hevpîşe û hezkiriyên wê bîranînên wê dan jiyankirin.   Reyhan Yildirimci salên ku Nagîhan Akarsel li Enqereyê zanîngeh dixwend bi hev re jiyan û şahidiya bîranîn û têkoşîna wê kir.   ‘Wekê ku bi salan bû me hev nas dikir’   Reyhan Yildirimci da zanîn ku wê Nagîhan Akarsel li Enqereyê dema zanîngehê nas kiriye û got: “Me yê mala wê jê re vebira û wê bi zarokê me re dem derbas bikira. Yên em bi hev dan nasîn em ji rê vegotibûn. Roja hat mala me, dema me derî vekir wekê ku bi salan bû me hev nas dikir.”   ‘Gotin vala dimînin’   Reyhan Yildirimci wiha anî ziman: “Dema hat me got tu dereng maye û hinek şerm kir. Ez hembêz kirim û lêborîn xwest. Me mala xwe, sifreya xwe dilê xwe her tiştê xwe parvekir. Ew jî bû keça me, can û kezeba me. Hewce nîne mirov zarokekî bînin dinê. Ji bo min derbaskirina demê, jiyankirin bi nirxtire. Dema Nagîhanê vedibêjim gotin têr nakin. Gotin vala dimînin.”   ‘Çi kar li ber bûna bi hezkirin dikir’   Reyhan Yildirici wiha anî ziman: “Salên zanîngehê Nagîhan demekê hat girtin. Lê têkiliya me qût nebû. Li girtîgeha Uluncanlarê bû. Me demek dirêj bi hev re derbas kir. Dîsa hat girtin 5 salan girtî ma. Piştî tahliye bû hat Enqereyê. Bi efûyê zanîngeh qedand. Di DÎHA’yê de dest bi xebatê kir. Bi şev û roj klavya F dixebitî. Çi kar hebûna dikir. Bi lez û hezkirin dikir.”   ‘Hestên wê pir xurt bûn’   Reyhan Yildirimci di berdewamiyê de wiha bi lêv kir: “Nagîhanê  çîrok dinivîsin. Hestên wê xurt bûn. Girîngî dida hevaltiyê, nêrînên hevaltiyê. Em hevalên hev bûn. Temenê me ne wekhev bû lê em hevalên hev yên baş bûn. Nagîhanê temenê biçûk de rihê têkoşînê qezenc kir. Li gundê Golyazî ya Konyayê hatibû dinê. Mêrên wî gundî diçûn Ewropayê dixebitîn. Jin jî hepsê jiyana li gund dikirin. Mêran li wir jiyana xwe ava dikirin. Nagîhanê ev ferqa kiribû. Têkoşîna wê ya ewil der barê jiyana jinên li gundê wê bû. Di pirtûka ‘Bîhan kozê’ de vê vedibêje.”     ‘Li pey xwe mîrate hişt’   Reyhan Yildirimci wiha dawî lê anî: “Dema em ligel hev bûn behsa fikrên xwe yên der barê gundê jinan de dikir. Gundê JINWAR projeya Nagîhan Akarsel bû. Navenda bîra jinan a li Silêmaniyê hat vekirin bi fikrên Nagîhan Akarsel hat avakirin. Nagîhanê xebat û mîrateyek wisa hişt. Ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê mîrate hişt. Felsefeya Jin Jiyan Azadî di bedena wê zindî bû. Di axaftina me ya dawî de got wê meha nîsanê de bê. Meha nîsanê ji bo wê taybet bû. Di her gotinek wê de heqîqetek hebû. Ez wê bi hezkirin û rêzdarî bibîr tînin.”