Ji Wanê ber bi Gabarê ve piştî 21 salan serdana ewil 2026-09-23 15:19:30   ŞIRNEX -Piştî 21 salan, malbata Kendal Tetwan gora kurê xwe li Goristana Şehîd Binevş a li gundê Basretê, ku dikeve herêma Çiyayê Gabarê, dît û serdana wê kir.   Malbata Kahraman Gezîcî (Kendal Tetwan) ku gora wî li Goristana Şehîd Binevş a li gundê Basretê yê herêma Çiyayê Gabarê ya Şirnexê ye, bi rêya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Kesên ku li Dergûşa Şaristaniyê Jiyana xwe ji Dest Dane (MEBYA-DER) çûn ser goristanê.   Kendal Tetwan ê ku di sala 1997'an de tevlî PKK'ê bûbû û di sala 2005'an de jiyana xwe ji dest dabû, malbata wî piştî dîtina dîmenên gora kurê xwe di nûçeyeke Nûçe TV de, ji Wanê ketibûn rê. Goristan di encama êrîşeke hewayî ya piştî sala 2015'an zerar dîtibû.   Endamên malbatê piştî rêwîtiyeke dirêj gihîştin goristanê û kêfxweşiya xwe ya dîtina gora kurê xwe ya cara yekem anîn ziman. Malbatê giyayên hişk ên li ser gorê paqij kirin û av dan gorê.