‘Em di 2'yemîn sedsala komarê de pêşrojek çawa dixwazin?' 2026-09-23 09:08:01   Melîke Aydin-Devrîm Findik    STENBOL - Jinan ji bo konferansa "Jin ligel hev pêşerojê diaxivin" bang li hemû jinên pêşengên pêvajoya aştî û muzakereyê kirin ku, di duyemîn sedsala komarê de pêşerojeke çawa dixwazin, bi hev re nîqaş bikin.    Jinên akademîsyen, hunermend, aktîvîst û siyasetmedar di 31’ê û 1’ê Mijdarê de li Enqereyê konferansa "Jin ligel hev pêşerojê diaxivin" wê pêk bînin. Ji nêrîn cuda jin wê di konferansê de bên cem hev. Jinan ji bo konferansa ku wê di sedsala duyemîn a komarê de pêşeroja jinan nîqaş bikin, banga tevlibûnê kirin.   ‘Jin wek kirde wê gotina xwe bêjin’   Duygu Zeynep  ku îmzeya xwe avêt metna banga konferansê da zanîn ku ji aliyê cuda jin tên gel hev û bi hişmendiya piştevaniyê aştî ferze. Duygu Zeynep wiha anî ziman: “Li vir ji nêrînên jinan em  ligel hevin. Mijarên em mutefîkên wê ne hene. Ligel çîroka jinê heman demê de aştî jî ferze. Pêvajo didome. Jin wek kirde wê gotina xwe bêjin û me biryar da ku em li vir dengê xwe bilind bikin.”   ‘Ji nêrînên cuda jin wê helwesta hepvar dane holê’   Duygu Zeynep wiha dawî lê an: “Divê aştiya civakî ji asta şexsî bê derketin. Wê helwestek hevpar derkeve holê. Wek kirde çawa helwestek me ya aştiyê em ê wê bi jinan re li vir bi kolektîf deklere bikin, biaxivin. Ez pir kelecanî me. Bêguman em şexsî aştiyê diaxivin. Lê divê em wek civak bi giştî bên gel hev bangê bikin, hêviya me heye ku em gelek jin jî bên gel hev.”   ‘Em di duyemîn sedsala komarê de pêşrojek çawa dixwazin?’   Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel jî daxuyakirin ku konferansa li Enqereyê wê pêk bê,  çarçoveyeke berfireh  a mijarên wekê çareseriya pirsgisrêka Kurd, ekolojî, nasname û azadiyê dihewîne. Jin ligel hev aştiyê pêşerojê diaxivin. Bangewaz, li ser em dikarin çawa riyek hevpar de bimeşin nîqaş bikin de, disekinin. Pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd çend karî hev re dimeşîne. Mînak Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min bi Aştiyê heye jî di esasa aştiyê de dixebitin. Di mijara şopandina pêvajoyê de em dikarin çi bikin? Di mijara civakîkirina aştiyê de em dikarin çi bikin? Di duyemîn sedsala komarê de jin pêşerojek çawa dixwazin? Em li ser van ku dikarin çawa mayîn de bikin nîqaşan wê bimeşînin.”   Têkoşîna hevpar û banga piştevaniyê   Sebahat Tuncel da zanîn ku konferansa li Enqereyê pêk tê tenê bi jinên ku îmze avêtine re sînor nîne û banga mezinkirina piştevanî û têkoşîna hevpar li hemû jinan dike. Sebahat Tuncel daaxuyakirin ku konferans gelek girînge, wê nîqaşên girîng bên meşandin û wê wek jin bi awayekî xurt duyemîn sedsala komarê pêşwazî bikin.   ‘Ewil jin hatin gel hev’   Hûnermend Feryal Oney jî wiha anî ziman: “Di dîrokê de li her derê cîhanê her tim jin hatine gel hev û ji bo aştiyê têkoşîn dane. Dengê xwe bilind kirine. Ji bo em vê bêdengiyê bişkînin em tên gel hev.Em ji baweriyên cuda nasnameyên cuda jin dîsa hatin gel hev û em ê zêde bibin. Divê em nixê bidin hev. Ji bo vê divê ewil wekhevî, edalet azadî hebe.  Divê em dengên xwe zêde bikin, hewcedariya me bi vê heye.”   Nûnera Giştî ya Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Gulsum Kav jî balkişand ser tundiya l ise rjinan û daxuyakirin ku li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî bi mîyonan kes di bin sînorê birçîbûnê de ne. Gulsum Kav wiha berdewam kir: “Jin sembola muxalefeta civakî ne. Di pêvajoyên wisa de jî jin rolên krîtîk dilîzin. Divê em ji bo aştiyê têbikoşin. Hevdîtina li Enqereyê ji bo pêroja hevpar a jinan gavek girîng e.”