Şanoya Bajêr a Şaredariya Amedê bi lîstika ‘Moraşîn’ dest bi serdemê dike 2026-09-21 19:19:05   AMED - Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê sezona şanoyê di meha cotmehê de bi lîstika “Moraşîn” veke.    Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê di meha Cotmehê de bi bernameyeke dewlemend perdeya sehneya xwe ji hezkiriyên şanoya Kurdî re vebike. Di bernameya Cotmehê de lîstika bi navê “Moraşîn, Keçelok, Xewna Şeveke Havînê, Hişê min Tevlihev Bû û Romeo û Juliet (Niha çawa ye?)” cih digirin.   Şanoya Bajêr dê perdên sezona şanoyê bi lîstika “Moraşîn” veke. Lîstok, di 2 û 3'yê Cotmehê de seat li 20:00'an dê derkeve pêşberî temaşevanan.    Lîstika zarokan a bi navê “Keçelok” jî dê di 4'ê Cotmehê de seat li 13:00an derkeve pêşberî zarokan.   Di çarçoveya bernameya meha Cotmehê de lîstika “Xewna Şeveke Havînê”, di 9-10'ê Cotmehê û 16-17'ê Cotmehê de seat li 20:00'an dê derkeve pêşberî temaşevanan.   Lîstika zarokan a bi navê “Hişê Min Tevlihev Bû” jî di 11 û 25'ê Cotmehê de seat li 13:00an dê were pêşandan.    Lîstika “Keçelokê” jî di 18'ê Cotmehê de seat li 13:0'an dê ji nû ve derkeve pêşberî temaşevanan.   Lîstika bi navê “Romeo û Juliet (Niha çawa ye?)” ku ji berhema klasîk a Shakespeare ji aliyê Şanoya Bajêr ve hatiye amadekirin, dê di 23-24 û 30-31'ê Cotmehê de seat li 20:00'an li ser dikê be.   Hemû lîstik dê li Salona M. Emin Yalçınkaya û Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê derkeve pêşberî temaşevanan.      Hezkiriyên şanoyê dikarin biletên lîstikan bi rêya Biletinialê peyda bikin.