Îlham Ehmed li Helebê bi mamosteyan re civiya 2026-09-20 17:18:59   NAVENDA NÛÇEYAN- Siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed ku li Helebê bi mamosteyan re civiya rewşa siyasî, entegrasyona saziyên perwerdehiyê û siberoja zimanê Kurdî şîrove kirin.   Siyasetmedar Îlham Ehmede hevdîtinên xwe li Helebê didomîne. Îlham Ehmed  bi mamosteyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re civiya. Di civînê de rewşa siyasî, rewşa perwerdehiyê, dosyayên girêdayî entegrasyonê û siberoja zimanê kurdî şîrove kirin.   Di civînê de rêbazên entegrekirina saziyên perwerdehiyê, rewşa mamosteyan, her wiha mîsogeriya domandina perwerdeya bi zimanê kurdî di qonaxa veguhêz re hatin nîqaşkirin.