Çalakiya JES'ê di roja 138'an de ye 2026-09-18 16:38:20   MÛŞ - Niştecîyên gundê Uskira Pile nobeta li dijî Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a li gundê Xwarik ê Gimgimê ku niha di roja xwe ya 138'an de ye dewr girtin.   Nobeta ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a plankirî ya li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê hatibû destpêkirin, berdewam dike. Gava nobet ket roja xwe ya 138'an, pankarteke bi nivîsa "Gelê Vartoyê santrala enerjiya jeotermal naxwaze; destê xwe nede av û axa min" li cihê çalakiyê hate daliqandin.   Nobeda berdewam dike jî aliyê niştecîyên gundê Uskira Pile ve hat derwrgirin.