‘Divê pêşeroja Sûriyeyê di esasa îradeya gelan de bê avakirin’ 2026-09-15 20:39:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên der barê tiştên li Kobanê û Hasekê hatin jiyîn, hatin dayîn de wiha hate gotin: “Pêşeroja Sûriyeyê, divê di esasa îradeya gelan û lihevkirina demokratîk de bê kirin. Divê ji avakirina jiyana demokratîk re qad bê vekirin.”   Li dijî revandin û qetilkirina şervanê Tugayê Hasekê Sîpan Hiznî, mudaxaleyên li hember protetsoyên li Kobanê li gelek bajaran daxuyanî hat dayîn.   Îzmîr   Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê,  têkildarî kuştina Sîpan Hiznî, mudaxeleyên li dijî protestoyên li Kobanê û mirina 9 kesan di şewata girtîgehê de, li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a li Alsancakê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Êrîşa li ser Kobanê mudaxeleyî pêvajoya demokratîk e” hat vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Bajar a DEM Partiyê ya Îzmîrê Fûlya Erdogan ve hat xwendin.   ‘Pêvajo bi vîna azad a gelan dikare pêş ve biçe’   Fûlya Erdogan diyar kir ku kuştina Sîpan Hiznî yê ku li Kobanê peywirdar bû û mudaxeleyên li dijî protestoyên li Kobanê provokasyon in û destnîşan kir ku nîşandayîna van bûyeran wekî pirsgirêka eşîrî an kesane, tê wateya nixumandina rastiyan û wiha got: “Em ê destûrê nedin ku hêzên girêdayî hikûmeta demkî bikevin Kobanê û êrîşî gel bikin. Tevî ku pêvajoya entegrasyona demokratîk a ku di çarçoveya peymana di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de dest pê kiribû didome, ketina hêzên hikûmeta demkî ya nava Kobanê û mudaxeleyê li gel kirin, mudaxeleyî vîna herêmê û demokrasiyê ye. Ji bo ku ev pêvajo pêşve biçe; divê rê li ber vîna gelan, wekhevî, demokrasiyî û mafên demokratik neyê girtin”   ‘Divê hemû mafên demokratîk ên gelê Kurd bên mîsogerkirin’   Fûlya Erdogan anî ziman ku rêya aştiyeke mayinde û demokratîkbûyineke li Sûriyeyê ji rakirina astengiyên li pêşiya mafên demokratîk ên gel derbas dibe û wiha axivî: “Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî yê gelê Kurd ku 14 sal in tê bikaranîn, divê nebe mijara gotûbêj û bazarê, divê di bin ewlehiyeke yasayî de be. Pêdivî ye ku hemû mafên demokratîk ên gelê Kurd, di serî de perwerdehiya bi zimanê zikmakî, di bin ewlehiya qanûnî de bên girtin. Divê ji hemû polîtîkayên ku zirarê bidin pêvajoya entegrasyona demokratîk bên berdan.”   ‘Em ê di her şertî de wekheviyê ava bikin’   Piştî daxuyaniyê, Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk axivî û bal kişand ser wê yekê ku eger îro qala aştiyê tê kirin, ev yek bi saya gelên li 4 parçeyên Kurdistanê yên ku ji bo aştiyê têdikoşin e û got: “Em ê li hemberî van hemûyan ji bo aştiyê têkoşîna xwe bidomînin û demokrasiyê ava bikin. Em bang li welatiyên Îzmîrê dikin; werin em bi hev re aştiyê ava bikin, em aştiya xwe ji du lêvên tu kesî re nehêlin.”   Daxuyaniya çapemeniyê bi çepik û dirûşman bi dawî bû.   Sêrt   Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKOP) ên Sêrtê têkildarî qetilkirina Sîpan Hiznî û kesên ku di girtîgeha Kobanê de bi awayekî bi guman hatin şewitandin û jiyana xwe ji dest dan, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Sêrtê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de Parlamanentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevserokên Rêxistina DEM Partîyê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajêr, rêveber û endamên herdu partiyan ên navend û navçeyan û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî tev li bûn. Pankarta ku li serê “Sîpan Hiznî û kesên ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bibîr tînin” hatibû nivîsandin hilgirtin. Kesên ku tev li bûn diruşmeya “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin. Metna daxuyaniyê ji aliye Hevseroka DBPê ya Sêrtê Sayîre Eren ve hate xwendin.   Êlih   Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk (DEKOP) ên Êlihê têkildarî qetilkirina Sîpan Hiznî û kesên ku di girtîgeha Kobanê de bi awayekî bi guman hatin şewitandin û jiyana xwe ji dest dan, li Parka Yilmaz Guney daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de gelek rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajêr, rêveber û endamên herdu partiyan ên navend û navçeyan û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî tev li bûn. Pankarta ku li serê “Rojava berdêle, dê têkoşîna rûmet û edaletê hesap ji kujeran bi pirse” hatibû nivîsandin hilgirtin. Kesên ku tev li çalakiyê bûn diruşmeya “Yek e, yek e, yek e Kurdistan yek e” berz kirin. Metna daxuyaniyê ji aliye Hevserokê DBPa Êlihê Resûl Çetîn ve hate xwendin.   Metna daxuyaniyê bi vî rengî ye:   “Em peywirdarê Tûgaya Hesekê Sîpan Hiznî yê ku hat revandin û kuştin û 10 girtiyên ku di şewata Girtîgeha Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, bi rêzdarî bi bîr tînin. Gelê Kurd li hember kuştina Sîpan Hiznî berteka xwe ya demokratîk nîşan da lê ew rastî êriş, binçavkirin û girtinê hat. Ev êriş li dijî pêvajoya Entegrasyona Demokratîk a li Sûriyeyê provokasyoneke. Van bûyeran wekî meseleyeke eşîretî yan jî takekesî nîşandayîne û tê wê wateyê ku aliyê wê yê siyasî û civakî yê bûyerê nayê dîtine. Rastiya bûyerên ku qewimîn jî ser wan tê nixumandin. Ev êriş yek ji polîtîkayên dijber kirina gelên li Sûriyeyê ye. Piştî vê êrişê li girtîgeha Kobanê di şewatê  de qetilkirina 10 kesan aloziyê hîn zêde kiriye. Van bûyerên ku li ser hev qewimîn bi hev ve girêdayî ne. Ji bo ku gelê Kobanê berteka xwe ya demokratîk nîşan bide derket kolanan û rastî êrişan hat. Hêzên girêdayî hikûmeta demkî ketin Kobaniyê û li vir êriş birin ser gel. Li dijî van bûyeran em ê tu carî bêdeng nemînin.   ‘Peyman pêvajoya entegregrasyon berdewam dike’   Peymana ku di navbera hikûmeta demkî û Rêveberiya Xweser de hatiye îmzakirin derbasdar e û pêvajoya Entegrasyona Demokratîk berdewam dike. Tevî vê yekê jî di demeke wisa de hêzên girêdayî hikûmeta demkî ketin Kobaniyê û êriş birin ser gel. Ev destwerdan, êrişa li ser îradeya herêmî û demokrasiyê ye. Pêşveçûna pêvajoya Entegrasyona Demokratîk a ku di çarçoveya peymana îmzakirî de tê meşandin; bi rêzgirtina li îradeya gelan, wekhevî, demokrasî û mafên demokratîk ve girêdayî ye. Ev pêvajo ne bi destwerdanên leşkerî û bi polîtîkayên ewlekarî; bi diyalog, danûstandin û esasgirtina îradeya azad a gelan dikare bi pêş ve biçe.   ‘Divê komkujiya Sîpan û şewata girtîgehê bê lêkolînkirin’   Li Sûriyeyê rêya aştiyeke mayînde û demokratîkbûnê, encex bi naskirina mafên demokratîk ên gel û rakirina qedexe û astengiyên li pêşiya bikaranîna van mafan pêkan be. Gelê Kurd 14 sal in mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi kar tîne. Divê ev mafê gelê Kurd nebe mijara nîqaş û bazarê, bibe xwedî misogeriya mayînde û zagonî. Hikûmeta demkî neçar e ku li gorî berpirsiyariya xwe ya pêvajoya Entegrasyona Demokratîk tevbigere. Di serî de perwerdeya bi zimanê dayikê, divê hemû mafên demokratîk ên gelê Kurd bikevin bin misogeriya zagonî. Li hemberî çalakiyên demokratîk divê demildest êrîşên xwe bi dawî bike.  Divê hemû rêbaz, pêkanîn û polîtîkayên ewlekariyê, cudakirinê û aloziyê yên ku zirarê didin pêvajoya Entegrasyona Demokratîk bên terikandin. Divê qetlîama Sîpan Hiznî, destwerdana li dijî gelê Kobaniyê û şewata li girtîgehê bi hemû aliyên xwe ve bê lêkolînkirin ku ev eger û berpirsiyariyek jêneger e.   Li dijî polîtîkayên ku îradeya jiyana wekhev û azad a gelan, pêvajoya Entegrasyona Demokratîk û hewldanên aştiyê lawaz dikin, divê helwesteke hevpar bê nîşandan. Siberoja Sûriyeyê divê li ser bingeha îradeya gelan û lihevkirina demokratîk bê avakirin. Divê ne ji bo polîtîkayên pevçûn, zext û aloziyê, ji bo avakirina jiyaneke demokratîk a li ser bingeha wekhevî, azadî û aştiyê qadên nû bên vekirin.”   Daxuyanî bi diruşmeyan û bi çepikan bi dawî bûn.   Amed   Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê têkildarî kuştina şervanê Tûgaya Hesekê Sîpan Hiznî û 10 kesên ku di Girtîgeha Kobanê de jiyana xwe ji dest dane li Parka Rojava ya navçeya Peyasê ya Amedê bi tevlibûna endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî û sedan welatiyandaxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta, “ Em li hemberî qetlîama li Rojava dengê xwe bilind dikin” hat vekirin û diruşma “Şehîd namirin” hat berzkirin.   Di daxuyniyê de Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakût got ku ew êrişên li Hesekê û Kobanê şermezar dikin û wiha axivî: “Gelê Kurd li hember kuştina Sîpan Hiznî berteka xwe ya demokratîk nîşan da lê belê rastî êriş, binçavkirin û girtinê hat. Ev êriş li dijî pêvajoya entegrasyona demokratîk a li Sûriyeyê provokasyonek e. Van bûyeran wekî meseleyeke eşîretî yan jî takekesî nîşandayîn, tê wê wateyê ku aliyê wê yê siyasî û civakî yê bûyerê nayê dîtin û rastiya bûyerên ku qewimîn jî ser wan tê nixumandin. Ev êriş yek ji polîtîkayên dijberîkirina gelên li Sûriyeyê ye. Piştî vê êrişê li girtîgeha Kobanê di şewatê de qetilkirina 9 kesan aloziyê hîn zêde kiriye. Van bûyerên ku li ser hev qewimîn bi hev ve girêdayî ne. Ji ber ku gelê Kobaniyê ji bo berteka xwe ya demokratîk nîşan bide derket kolanan û rastî êrişan hat. Hêzên girêdayî hikûmeta demkî ketin Kobanê û li vir êriş birin ser gel. Li dijî van bûyeran em ê tu carî bêdeng nemînin.”   ‘Ev destwerdan, êrişa li ser îradeya herêmî û demokrasiyê ye’   Rûçem Vefa Elyakût pêvajoya entegrasyonê ya li Rojava bi bîr xist û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Peymana ku di navbera hikûmeta demkî û Rêveberiya Xweser de hatiye îmzakirin derbasdar e û pêvajoya entegrasyona demokratîk berdewam dike. Tevî vê yekê jî di demeke wisa de hêzên girêdayî hikûmeta demkî ketin Kobanê û êriş birin ser gel. Ev destwerdan, êrişa li ser îradeya herêmî û demokrasiyê ye. Pêşveçûna pêvajoya entegrasyona demokratîk a ku di çarçoveya peymana îmzakirî de tê meşandin; bi rêzgirtina li îradeya gelan, wekhevî, demokrasî û mafên demokratîk ve girêdayî ye. Ev pêvajo ne bi destwerdanên leşkerî û bi polîtîkayên ewlekarî; bi diyalog, danûstandin û esasgirtina îradeya azad a gelan dikare bi pêş ve biçe. Li Sûriyeyê rêya aştiyeke mayînde û demokratîkbûnê, encax bi naskirina mafên demokratîk ên gel û rakirina qedexe û astengiyên li pêşiya bikaranîna van mafan pêkan e. Gelê Kurd 14 sal in mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bi kar tîne. Divê ev mafê gelê Kurd nebe mijara nîqaş û bazarê, bibe xwedî misogeriya mayînde û zagonî.”Piştî daxuyaniyê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk û Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk got ku gelê Rojava ji bo jiyanek wekhev gelek berdêl daye û wiha axivî: “Gelê Kurd li Rojava ji bo jiyanek wekhev berdêlên gelek giran da. Îro jî dixwaze çareseriyên Rojava û Suriyeyê bi rêya demokrasiyê pêk bîne. Çareserî bi vî awayî nabe û divê hemû gelên Suriyeyê bertekê nîşabî van buyer û êrîşan bide. Divê ev provakasyon werin astengkirin û kesên ev êrîş pêk aniye werin darizandin. Em careke din bibêjin ku Rojava xeta me ya sor e.”   Piştî axaftina Berdan Ozturk daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.   Stenbol   Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê derbarê kuştina Sîpan Hiznî li Qada Şîşhaneyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de girse dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” berz kir. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê DEM Partiyê yê Stenbolê Çetîn Yildiz ve hate xwendin.   ‘Em ê tu carî bêdeng nemînin’   Çetîn Yildiz anî ziman ku ev êriş yek ji polîtîkayên berberîkirina gelên li Sûriyeyê ye û got: “Piştî vê êrişê di şewata li girtîgeha Kobanê de kuştina 9 kesan alozî zêde kiriye. Ev bûyerên ku li ser hev qewimîn bi hev ve girêdayî ne. Ji ber ku gelê Kobanê ji bo berteka xwe ya demokratîk nîşan bide derket kolanan û rastî êrişan hat. Hêzên girêdayî hikûmeta demkî ketin Kobanê û li vir êriş birin ser gel. Li dijî van bûyeran em ê tu carî bêdeng nemînin.”   ‘Divê helwesteke hevpar bê nîşandan’   Çetîn Yildiz destnîşan kir ku banga wan ji bo hemû gelan, rêxistinên civakî yên demokratîk û raya giştî ya navneteweyî ye û wiha axivî: “Li dijî polîtîkayên ku îradeya jiyana wekhev û azad a gelan, pêvajoya entegrasyona demokratîk û hewldanên aştiyê lawaz dikin, divê helwesteke hevpar bê nîşandan. Siberoja Sûriyeyê divê li ser bingeha îradeya gelan û lihevkirina demokratîk bê avakirin. Ne ji bo polîtîkayên pevçûn, zext û aloziyê, ji bo avakirina jiyaneke demokratîk a li ser bingeha wekhevî, azadî û aştiyê qad bê vekirin.”   Çalakî piştî axaftin û xwendina daxuyaniyê bi dawî bû.