ROJEVA 14'YÊ ÎLONA 2026'AN 2026-09-14 09:00:00     *Di çalakiyên ‘Jin Jiyan Azadî’ ku piştî qetilkirina Jîna Emînî hatin destpêkirin de nêzî 20 hezar kesî hatin binçavkirin. Hejmara giştî ya jinên hatin binçavkirin nehat eşkerekirin û ji Tîrmeha 2026’an heta niha 6 jin bi hinceta sûcên siyasî û ewlehî cezayê darvekirinê lê hatin birîn. 2 jinên cezayên wan hatin xerakirin jî ji nû ve bi heman cezayî re rû bi rû ne.   *Ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz ku ji aliyê MKG’ê ve îsal ya duyemîn pêk tê, serlêdan didomin. Rojnamegeran banga ji bo serlêdanê kirin û gotin: “Werin em meşaleya Gurbetellî bi hev re hil bidin.” DÎMEN HEYE    *Rojnameger Dîjle Ehmed da zanîn ku DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de li dijî Kobanê êrîş daye destpêkirin û li dijî vê di têkoşîna li dijî vê hatiye destpêkirin de jinan di eniya pêş de li berxwe dane û got: “Bi rihê hevalatiyê serkeftin pêk anîn. Li her malê şehîdek heye. Gelê Kobanê ji ber vê têkoşînê didomîne.” DÎMEN HEYE    *Jinên ku li Stenbolê di merasîmên bibîranînê de axivîn, tekez kirin ku ew qonaxa di "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de hatiye bidestxistin, encama têkoşîna gerîlayan e ku di şerê azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Jinan, bi daxuyaniya ku divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê pêvajoya berdewam de were naskirin, li ser riya aştiyê gotin: "Em li pişt Rêberê xwe ne; em baweriya xwe bi Rêberê xwe tînin." DÎMEN HEYE