‘Mîrateya me ji Gurbetelliyan girtiye divê em biqîrin’ 2026-09-11 09:08:56   Nazlican Nujîn Yildiz   WAN - Rojnamgerên jin der barê Xelatên Rojnamegeriyê ya Jinan a Gurbetellî Ersoz ku ji aliyê MKG’ê ve îsal ya duyemîn pêk tê, bang kirin û diyar kirin ku jin ji bo di qada çapemeniyê de xwe heyî bikin kedek mezin didin û serlêdanên tên kirin jî divê wek dewrgirtina vê mîrateyê bê dîtin.   Çapemeniya azad û rojnamegerên jin yên li dijî pergala serdest ya mêr bi salane têdikoşin, îro jî li dijî zimanê serdest û kesên dixwazin heqîqetê veşêrin têdikoşin. Ji bo keda jinê bê dîtin û bi nêrîna jinê heqîqet ji civakê re bê ragihandin, jin bi mîrateya ku ji rojnamegerên bedel dane girtine, li dijî pergala serdest nûçegîhaniyê mezin dikin.   Li ser navê yek ji jinên ku kedek mezin da û di vê qadê de pêşiya jinan vekir, yek ji stûna çapemeniya azad Gurbetellî Ersoz, ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz tê lidarxistin. Serlêdanan di 8’ê Hezîranê de dest pê kir. Serlêdan 25’ê Îlonê bi dawî dibe.    Rojnamegerên jin der barê serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz de bang li rojnamegerên jin kir.   ‘Em bi hêsanî nehatin vê astê’   Nûnera Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ya Wanê Ceylan Şahînlî diyar kir ku jin her tim dijminê esas yê pergalê tê dîtin û sedema vê jî ev e ku jin avakirina pergaleke alternatîf e. Ceylan Şahînlî daxuyakirin ku zextên li ser jinan li her qadê tê dîtin û wiha domand: “Ev girêdayê newekheviya zayendî û pêvajoya dîrokî ye. Em bi newekheviyeke bi hezaran salan e tê meşandin re rû bi rû ne. Em vê li her qadê hîs dikin. Qada civakî, siyasî û aborî, hemû girêdayê hev in. Yek ji van jî pîşeya em dikin rojnamegerî ye. Di vê qadê de jî newekheviya zayendî tê kirin. Pergal naxwaze alternatîfa wê hebe. Li dijî vê siyasetê dimeşîne. Jin bi zayenda xwe li dijî vê pergalê alternatîf e. Nasnameya jinê hedef tê girtin û em wisa hêsan nehatine vê astê."   ‘Divê em wek dewrgirtina mîrateyê bibînin’   Ceylan Şahînlî daxuyakirin ku yek ji kesên ku di qada çapemeniyê de rê ji jinan re vekiriye Gurbetellî Ersoz e û wiha anî ziman: “Di vê rê de bedel da, can da. Em ê mîrateya wan hiştiye li her derê bibîr bînin. Merasîma xelatê ya Gurbetellî Ersoz, divê tenê wek merasîma xelatê neyê destgirtin. Divê em serlêdanên ji bo xelatan wek dewrgirtina mîrateyê bibînin. Bi serlêdanên xwe divê em vê mîrateyê hilbigirin.”   ‘Divê em vê mîrateyê biqîrin’   Rojnameger Memîhan Hilbîn Zeydan jî diyar kir ku jin li her qadê bi zextan re tên rû hev, tune tên hesibandin û wiha dawî Lê anî: “Jinên xebatkarên çapemeniya azad dema pîşeya xwe dikin, bi gelek zext û tunehesibandinan re tên rû hev. Em rojnamegerên jin tenê pîşeyê îcra nakin, em ji bo jin bên dîtin, keda jinê bê dîtin, dengê jinan bê bihîstin kedê didin. Em der barê vê de xebatan dimeşînin. Me ev mîrate ji Nagîhanan, ji Gurbetelliyan dewr girt. Mîrateya me ji wan girtiye divê em biqîrin.”