ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2026'AN 2026-09-10 09:00:00     *Amîne Alphan ya ku pirsgirêkên jin û civakê vediguheze ser tuvalê, tevî ku malbata  wê dixwaze pîşeyek din hilbijêre dest ji xêzkirina wêneyan bernade. Amîne Alphan ku di amadekariya pêşangeha xwe ya yekemîn de berhemên jinan esas digire wiha got: “Wênexêzî ne karekî vala ye. Jêhatîbûneke mirovan taybet dike ye.” DÎMEN HEYE   *Xecê Başkale du xwişkên xwe ku bi rihê ‘ya şer dike azad dibe, azadî bedew dike û hezkirin’ berê xwe dan têkoşîna azadiyê, wiha vegot: “Çima em pêvajoyê veneguherin aştiyê? Perî û Gulsum wê her tim bijîn,  ew nemirin. Ew nirxên vî gelî ne. Em bi wan serbilindin. Em li hember wan rêzdarin.” DÎMEN HEYE    *Jinan di merasîma bîranînê ya ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane de axivîn û peyama "Ev ne tenê rojek şînê ye, lê di heman demê de rojek parastina nirxên me ye jî" dan. DÎMEN HEYE