Meşa azadiyê ya ku ji Amedê heta çiyayan dirêj dibe 2026-09-07 09:04:14   Rojda Aydin    AMED - Demet Çetîn a ku li Amedê di nava çanda welatparêziyê de mezin bû û li dijî zextan rûyê xwe da têkoşîna azadiyê, di sala 2022'yan de li Garê jiyana xwe ji dest da. Demet Çetîn, di rêwîtiya xwe ya ji zanîngehê heta çiyayan de jiyaneke bi têkoşînê hatî hunandin li du xwe hişt.   Bi Pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Amedê de ji bo 49 cangoriyên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, di 21’ê Tebaxê de li Parka Koşuyoluyê ya Amedê bibîranîn hat lidarxistin. Ji cangoriyên ku jiyana xwe ji dest dan yek jî Demet Çetîn (Rûken Rêber) e.   Demet Çetîn (Rûken Rêber) a ku di nava kevneşopiya berxwedana dîrokî û çanda welatparêziyê ya bihêz a Amedê de mezin bû, hema ji salên zarokatiya xwe ve şopên wê tevna civakî ya ku tê de bû hilda. Demet Çetîn a ku bi rastî, rûkenî û xebatkariya xwe hezkirina derdora xwe bi dest xist, bi eleqeya xwe ya ji bo huner û muzîkê jî dihat nasîn. Eleqeya wê ya ji bo nirxên folklorî û dengê wê yê zelal, bûn yek ji parçeyên girîng ên kesayetiya wê.   Demet Çetîn ku xwendekareke serkeftî bû, Beşa Hemşîretî ya Zanîngeha Bedlîsê bi dest xist. Lê salên zanîngehê ji bo wê ne tenê pêvajoyeke perwerdehiya akademîk bûn. Demet Çetîn a ku polîtîkayên zextê yên li ser Gelê Kurd ji nêz ve nas kir, berpirsiyariyên xwe yên civakî ferq kir û di nava xebatên Ciwanên Şoreşger yên Welatparêz de cih girt.   ‘Tişta ku ji me re mîras ma hişmendiya Kurdî bû’   Demet Çetîn a ku di hevpeyvînekê de dibêje ku mîrasek heye ku her dayik û bav li dû xwe dihêlin û dibêje: “Tişta ku ji me re mîras ma hişmendiya Kurdî bû.” Demet Çetîn diyar dike ku ew bi vê têgihiştinê mezin bûye, tîne ziman ku bi têgihiştina exlaqî û siyasî ya ku ji dîrokê maye mezin bûye. Demet Çetîn dibêje ku di pêvajoya perwerdehiyê de politikayên zextê yên desthilatdariyê li ser wê bandorek mezin çêkiriye û dibêje: “Di çarçoveya rêxistinbûnê de, ligel malbatê lêgerîneke me ya takekesî jî dest pê kir.”   Ji xebatên ciwanan ber bi têkoşînê ve   Demet Çetîn a ku di nava xebatên ciwanan de di demeke kurt de rolek aktîf girt ser xwe, di rêxistinbûn û tevlîbûna xebatên ciwanan de dibe pêşeng. Di vê pêvajoyê de gelek caran tê binçavkirin û rastî zextan tê. Lê belê binçavkirin û zextan, biryardariya wê ya di nava têkoşînê de neguherand.   Demet Çetîn a ku pêşeroja pîşeyî û derfetên jiyana kesane yên ku perwerdehiya hemşîretiyê pêşkêşî wê dikir li dû xwe hişt, di pola duyemîn a zanîngehê de dest ji perwerdehiya xwe berda. Di sala 2013’an de rûyê xwe da têkoşîna azadiyê.     Di têkoşînê de jiyanek nû    Demet Çetîn a ku di gelek cihên berxwedanê de cih girt, jiyana xwe diyarî têkoşîna azadiya jinê dike. Demet Çetîn, di 29’ê Hezîrana 2022’yan de jî li Garê jiyana xwe ji dest dide.   Ji Amedê heta çiyayan jiyanek   Jiyana ku li Amedê dest pê kir, bi salên zanîngehê yên li Bedlîsê re bû yek û bi têkoşîna civakî re hat gel hev. Di têkoşîna azadiyê de jî di nava têkoşîna azadiya jinê de berdewam kir. Demet Çetîn a ku evîna huner û muzîkê ya ku ji salên zarokatî û ciwaniyê ve hilgirtibû di serdemên cûda yên jiyana xwe de parast, ji aliyê hevalên xwe ve bi rûkenî, zîrek, wêrekî û rihê xwe yê nazik tê bîranîn.   Jiyana Demet Çetîn, wekî çîroka jineke ku li şûna pêşerojeke takekesî, têkoşîna ji bo azadiya gelê xwe hilbijart, li dû wê ma. Jiyana Demet Çetîn a ku di nava çanda welatparêziyê ya Amedê de şîn bû, di têkoşîna azadiyê de bi têkoşîna azadiya jinê re gihîşt hev.   Li pey Demet Çetîn ne tenê biyografiyeke têkoşînê; şopên jiyaneke ku bi hunerê, bi muzîkê, bi hevaltiyê û bi lêgerîna azadiyê hatiye hunandin, ma.