Yek ji pêşenga tevgera femînîst Glorîa Steînem jiyana xwe ji dest da 2026-09-03 18:51:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger, niviskar û aktîvîst Glorîa Steînem ku yek ji pêşengên tevgera femînîst a pêla duyemîn a li DYA’yê bû jiyana xwe ji dest da.   Rojnameger, niviskar û aktîvîst Glorîa Steînem ku yek ji pêşengên tevgera femînîst a pêla duyemîn a li DYA’yê bû, di 92 salî de jiyana xwe ji dest da. Agahiya wefata Glorîa Steînem, li ser hesabên wê yênçapemeniyê û Glorîas Foundatîon ve hat ragîhandin. Li gorî daxuyaniya hatiye dayîn Glorîa STeînem di 2’ê îlonê de li mala xwe ya New Yorkê ligel xizmên xwe jiyana xwe  ji dest daye.   Di daxuyaniya ku ji aliyê weqfê ve hatiye dayîn de, Glorîa Steînem di demên dawî ya jiyana xwe de jî xebatên xwe yên ji bo wekhevî û edaleta civakî meşandiye û wiha hate gotin: “Glorîa temenê xwe yê nêzî sedsalî tije derbas kir û ji bo wekheviyê heta dawî xebatên xwe berdewam kiriye.”