ROJEVA 01'Ê ÎLONA 2026'AN 2026-09-01 09:00:00     * Avahiyên kevnar ên Turabdînê, keşîşxaneyên Mor Aho û Mor Yakub, şopên bawerî û jiyana gelê Suryanî heta roja îro hildigirin, di heman demê de şahidiya bîra pirçandî ya Mezopotamyayê ya li ser keviran nexşandî dikin. DÎMEN HEYE   *Akademîsyen Zeynep Kivilcim, diyar kir ku divê koçber û penaberên ji ber şer û pevçûnan ji cih û warên xwe bûne di nîqaşên aşitiyê de cih bigirin û got ku nijadperestiya li dijî koçberan yek ji mezintirîn astengiyên li pêşiya aşitiya civakî ye. di berdewamiyê de ev tişt got: "Koçber û penaber di nîqaşa aşitiyê ya li Tirkiyeyê de xwedî roleke sereke ne. Li cihê ku nijadperestî hebe aştî nabe." DÎMEN HEYE    *Rojnamevan Berîvan Qasim, li ser atmosfera herêmê ya di derbarê pêşketinên di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Herêmî ya Rojava de raporek weşand û got, "Aliyek heye ku ji hêla gel ve bi awayekî erênî tê pêşwazîkirin û aliyek heye ku bi awayekî neyînî tê pêşwazîkirin. Tenê destnîşankirina zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî têrê nake." DÎMEN HEYE