Nokteya ku gotin û dil digihêjin hevdu: Bibîranîna Nisêbînê 2026-08-28 10:00:31   MÊRDİN - Wêneyên merasîma sersaxiyê ya li Nisêbînê ku tê de bi hezaran kes wekî dilek û dengekî bûn yek...   Duh li navçeya Nisebînê ya Mêrdînê ji bo kesên ku di demên cuda û li deverên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bibîranîn hat lidarxistin. Bibîranîna bi pêşengiya MEBYA-DER'ê ve hat organîzekirin li Qada Bazara Sergirtî hat lidarxistin û bi hezaran kes di roja yekem de beşdar bûn.     Gotina hevpar: Şehîd namirin   Li qada bibîranînê, bi hezaran kes bi yek gotinê û bi yek dilî bûn yek. Peyva wan a hevpar: Şehîd qet namirin bû.   Qada bibîranînê, ku posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hatibûn daliqandin, veguherî qadeke têkoşînê ya dirûşmeyên berxwedanê.   Vê bibîranînê, ku xemgînî û berxwedan di heman çarçoveyê de anî cem hev, mohra xwe li dîrokê xist.   Wêne: Oznur Deger