Şîna cangoriyên Geverê dest pê kir 2026-08-25 11:13:06   COLEMÊRG - Şîna ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê li Geverê bi dirûşma “Şehîd Namirin” dest pê kir.   Bi pêşengiya Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Colemêrgê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Eywana Dawet û Konferansê ya Çayir a li taxa Gungorê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê şîn danî. Şîn bi beşdarbûna Dayikên Aştiyê, MEYAB-DER, parlementerên DEM partiyê, rêxistinên DEM Partî, DBP û gelek saziyên civakî yên sivîl û bi tevlîbûna bi sedan welatiyan dest pê kir.   Li cihê şînê wêneyên şehîdan hatin danîn, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Şêhîd Namirin” hatin daliqandin.   Şîna şehîdan bi serdana gel û dia xwendinê berdewam dike.