Dema xala 5’an dihat nîqaşkirin ÎYÎ Partiyê kursî dagir kir 2026-08-10 19:41:09   ENQERE - Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” di Desteya Giştî ya Meclisê de tê nîqaşkirin. Dema li ser xala 5’an a qanûna çarçoveyî nîqaş dihat kirin parlamenterê ÎYÎ Partiyê derket ser kursî û kursî dagi rkir. Li ser vê yekê navberdane rûniştinê.   Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku 12 xalan pêk tê û bi 367 îmzayan ji Serokiya Meclisê re hat pêşkêşkirin piştî di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de hat erêkirin, li Desteya Giştî ya Meclisê tê nîqaşkirin. Civîn li ser xala 2’yan a qanûna çarçoveyî nîqaş û nirxandin ve berdewam dike. Li ser xala 5’an a qanûna çarçoveyî dema nîqaş û nirxandin dihat kirin ji aliyê Parlamenterê ÎYÎ Partiyê Yuksel Selçuk Turkoglu ve kursî hat dagirkirin û li ser vê yekê navber dane rûniştinê.   Piştî navberê nîqaş û nirxandinên li ser xala 5’an a qanûna çarçoveyî berdewam dike.