Ji bo Gulîstan Doku çalakî: Ev lêpirsîn çima 6 sal berê nehatkirin 2026-08-08 20:36:10   STENBOL - Komîsyonên Edaletê ya Rojîn Kabaîş û Gulistan Doku derbarê dosyaya Gulistan Doku de daxuyanî da û got: “Bi hêza dewletê hate xwestin ku kuştina Gulistan bê veşartin. Ev lêpirsîn çima 6 sal berê nehat kirin? Em ê nehêlin kuştina jinan di tariyê de bimîne.”   Komîsyonên Edaletê ya Rojîn Kabaîş û Gulîstan Dokû bi dirûşmeya “Edî bes e em Gulistan Doku dixwazin” li pêşiya Opereya Sureyya a navçeya Kadikoyê ya Stenbolê daxuyanî da. Endam û rêveberên sazî û rêxistinên jinan û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên Gulistan Dokû û Rojîn Kabaîş hatin vekirin û dirûşmeyên “Ev ne xwekuştin e cînayet e”, “Bêje bêje Gulistan li ku ye bêje” û “Jin dê hesap ji kujeran bipirsin” hatin berzkirin.   ‘Bi hêza dewletê hate xwestin ku kuştina Gulistan bê veşartin’   Daxuyanî ji aliyê endama Komîsyonên Edaletê ya Rojîn Kabaîş Şeymanûr Çoban ve hate xwendin. Şeymanûr Çoban diyar kir ku ev 6 sal e Gulistan Dokû hatiye windakirin û wiha axivî: “Ji bo bala raya giştî bikişînin xwekuştinê derew hatin gotin. Lê bi têkoşîna me derket holê ku Gulistan xwe nekuştiye. Lê ji bo dosyayê bigirin tu gav nehat avêtin. Em dizanin ku tu jin xwe nakujin, ji aliyê mêran ve tên kuştin. Îro di dosyaya Gulistan Dokû de girtin pêk tên. Gelek rayêdarên dewletê hatin girtin, bi hêza dewletê hate xwestin ku kuştina Gulistan bê veşartin. Ev lêpirsîn çima 6 sal berê nehat kirin. Em dizanin ku edalet bi derxistina rastiyê dê derkeve holê. Em ê nehêlin ku kuştina jinan di tariyê de bimîne.”   Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.