Sebahat Tuncel: Siyaseta demokratîk wê ji vir şûnde pêş bikeve 2026-08-07 18:25:58   MÛŞ - Di 12’emîn Mîhrîcana Girê Koxê ya ku bi dirûşma “Bi hêza hunerê dê aştî bê welatê rojê” de panel hat li darxistin. Sebahat Tuncel diyar kir ku di dema nû de amûrên têkoşînê diguherin.    12’emîn Mîhricana girê Koxê ya ji aliyê Şaredariya Gimgimê bi dirûşma “Bi hêza hunerê dê aştî bê welatê rojê’ tê lidarxistin, bi panelan berdewam dike. Di çerçoveya mîhrîcanê de li “Baxçeyê Çay” yê li Meydana Koxê du panel hatin lidarsistin. Di panela 1emîn de Aktivîst û Endezyarê Ekolojiyê Dersîm Gul li ser mijara ‘’Xerabkirina Ekolojî û Xwezayê’’ nirxandin kir. Di panela 2’yemîn de li ser mijara ‘’Di Pirsgirêka Kurd de Çareseriya Demokratîk’’ Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel û Parêzerê Mafê Mirovan Cîhan Aydin nirxandin kirin. Hevşaredarê Şaredariya Gimgimê Giyasetîn Aydmîr, Hevserokên DEM Partiyê yên Mûşê Çîçek Tûtûş û Îlyas Aslan gelek welatiyan bi awayek têr û tejî pêk hat.   ‘Hewceyiya Tirkiyeyê bi elektrîkê tuneye’   Endezyar Dersîm Gul da zanîn ku Gimgim ji aliyê dewlemendiya ekolojîk ve herêmeke girîng e û bal kişand ser projeya JESê ku tê plankirin li Gimgimê bê çêkirin. Dersîm Gul di der barê enerjiya jeotermal de agahiyên teknîkî dan û axavtina xwe wiha domand: ” Li Çewlik û Mûşê  5 ruhsat hene. Şirketeke biyanî li vir bûye belaye serê xelkê. Gelo li Tirkiyeyê hewcehiya santreleke nû ya elektrîkê heye? Divê em vê pirsê bikin. Tirkiye elektrîka zêde ya ku hildiberîne difroşe derva. Ji ber ku îsal baran pir barî, santrelên hîdroelektrikê şên bûn. Di salên pêş de jî wê hewcehiya Tirkiyeyê bi elektrîkê çênebe.”   ‘Dewlet bêyî prosedurên hiqûqî projeyên santralan pêk tîne’   Dersîm Gul anî ziman ku desthilatdarî li gor berjewendî û karê xwe gav davêje û dewletê bêyî ku prosedûrên pêwîst temam bike projeyên santrelan amade kirine. Gul wiha dawî li axavtina xwe anî: “Dewletê di vê qadê de teşvîq dan. Deynên bacê efû kirin. Li Tirkiyeyê hîn xetên veguhastin û belavkirinê nehatine çêkirin santrel hatin ava kirin. Vê yeke rê li ber talaneke mezin ya xwezayê vekiriye.”   Pişt re bi tevlêbûna Aktivîsta TJA’yê Sebahat Tuncel û Parêzer Cîhan Aydin panela bimijara “Di Pirsgirêka Kurd de Çareseriya Demokratîk” hat li darxistin. Destpêkê parêzer Cîhan Aydin li ser Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ya ku di çerçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêşkêşî Meclisê hatibû kirin, nirxandin kir.   ‘Divê ev biryara tespît û teyîtkirinê bi lez bê dayîn’   Parêzer Cîhan Aydin diyar kir ku pêvajo li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dimeşe û bi bîr xist ku ji bo civakîbûna aştiyê divê beşên cuda yên civakê jî tevlê bibin û got: “Pêvajoyên aştiyê ji ber karakterê xwe pêvajoyên hesas in. Em wekî rêxistinên mafên mirovan dixwazin bibin parçeyekî çalak ê vê pêvajoyê. Li Meclisê komîsyoneke şopandinê dê bê avakririn. Em dixwazin ku di nav vê komisyona şopandinê de civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan çavdêr bin. Ev pêşnûme dibe ku roja duşemê bibe qanûn. Lê dê hemen nekeve meriyetê. Divê biryara tespît û teyîtkirinê ya MGKê ya li ser berdana çekan bê weşandin. Ji ber wê em bihêvî ne ku ev pêvajo pir dirêj nebe. Meseleya tespît û teyîtkirinê di rapora komisyona meclisê amade kiriye de cih girt. Divê ev biryara tespît û teyîtkirinê bi lez bê dayîn. Pêvajo hesas in. Li Rojhilata Navîn konjonktûr pir bi lez diguherin   ‘Pêvajoyeke ku dewlet lê qanih bûye tê jiyîn’   Aktivîsta TJAyê Sebahat Tûncel li ser mijara “Di Pirsgirêka Kurd de Çareseriya Demokratîk” nirxandin kirin û diyar kir ku Devlet Bahçelî bang kir ku Rêberê Gelê Kurd were di Meclisê de siyasetê bike. Wê demê divê kirina siyasetê neyê qedexekirin, astengkirin. Sebahat Tûncel di dewama axaftina xwe de diyarkir ku derxistina qanûna çerçeveyî tê wê wateyê ku pêvajo di qonaxa 2yemîn de ye û got: “Ez ji mîmarê vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan re silav û rêzên xwe dişînim. Wekî Rêber Ocalan gotî pirsgirêka Kurd li ser sêdaran hate maseya muzakereyê. Ev rewşeke pir girîng e. Dewletê cara yekem diyar kir ku pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlehiyê nayê çareserkirin. Ji dema Turgut Ozal û vir ve gelek rapor hatin girtin, hewldan hatin kirin. Pêvajoyeke ku dewlet lê qanih bûye tê jiyîn. Tevî hemû rejîmên zextê jî gel di aştî û demokrasiyê de israr kir.”   ‘Kurd têkoşînê bernadin, amûrên têkoşînê diguherînin’   Sebahat Tuncel di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ev qanûn ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gava 1emîn e û wiha pê de çû: “Rêya li ber me gelekî dirêj e. Bi têkoşîna hat dayîn înkar ji holê rabû. Lê belê hê jî azadî nehatiye dabînkirin. Di vê metnê de jî pirsgirêka Kurd hê nayê çareserkirin. Nimûneya li Kurdistanê naşibe nimûneyên cîhanê. Siyaseta demokratîk a rastî wê ji vir û pê de pêş bikeve. Ev pêvajo di bingehê xwe de karê gelê Kurd, jin û ciwanan e. Em ê paşeroja xwe çawa rêxistin bikin? Guherîna stratejiyê heye; Ji têkoşîna çekdarî derbasbûna li siyaseta demokratîk. Kurd têkoşînê bernadin, amûrên têkoşînê diguherînin. Kurd ê hem hebûna xwe, nasnameya xwe biparêzin hem jî bi van re di nav dewletê de cih bigirin. Îro ya li Rojava çêdibe jî ev e. Divê dewlet jî vê perspektîfê pêş bixe. Ji bo em vê rêxistin bikin, divê em heta yekîneyên herî piçûk rêxistin bikin. Zemîna têkoşînê ya bingehîn a serdema pêş me wê bibe xwedîderketina li xwezaya me jî.”