Êş hevpar e, daxwaz yek e: Aştî 2026-07-27 09:03:28   ŞIRNEX - Jinên Qilebanî ku di pêvajoya pevçûnan de zarok û xizmên xwe winda kirine, diyar kirin ku ew dixwazin pêvajoya piştî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, bi aştiyeke mayînde encam bibe û peyama ‘Kezeba me şewitî bila yên kesên din neşewite’ dan.   Jinên li navçeya Qileban a Şirnexê dijîn û di pêvajoya pevçûnê de xizmên xwe winda kirine, yê ku îro herî zêde xwedî li aştiyê derdikevin e. Jinan diyar kirin ku pêvajoya ku piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku Berê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de daye destpêkirin bi hêvî dişopînin û daxwaza aştiyeke mayînde kirin.   ‘Weke biçe dibistanê çû’    Hatîce Yaman da zanîn ku keça wê Suzan Yaman (Avînur) di 2009’an de tevli PKK’ê bûye û di 2014’an de jî jiyana xwe ji dest daye. Hatîce Yaman destnîşan kir ku keça wê diçû dibistana amadehiyê û wiha pê de çû: “Keça min got ji bo dibistanê diçe navenda Şirnexê. Dema çû tiştek nebir. Wek biçe dibistanê cilên xwe li xwe kir û çû. Dema xwe amade dikir qet li min mêze nekir. Me pere ji bo dibistanê dayê, hinek jê girt û yên din da min. Wek xatir ji me bixwaze derket. Çi kir çenteyê xwe nizanim. Wê şevê li gund dawet hebû. Em çûbûn dawetê. Wê şevê nehat malê. Roja din me agahî girt ku keça min çûye. Keça min wê salê her tim pirtûk dixwend. Xwendin û nivîsandina min tunebû. Min nizanibû çi dixwîne. Min çûyîna wê jî qet fêm nekir, qet behs nekir.”   ‘Kezeba me şewitî bila yên dayikên din neşewite’   Hatîce Yaman balkişand ser pêvajoya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wiha bidawî kir: “Kezeba me şewitî bila yên kesên din neşewite. Kurd, tirk ferq nakin. Êdî bes e. Bila kes nemire. Bila dewlet gavê bavêje. Bila kes êşê nekşîne. Bila demildest aştî pêk bê.”     Keç, xwişk û birayê xwe winda kir    Makbule Paksoy jî keça xwe Leyla Paksoy (Zîlan), xwişka xwe Fehîme Paksoy (Zozan Goyî), birayê xwe Abdullah Paksoy (Xemgîn Goyî) û gelek xizmên wên yên din di têkoşîna azadiyê de winda kiriye. Mahbule Paksoy got keça xwe 5 sal berê winda kiriye û wiha got: “Kes naxwaze zarokên xwe winda bike. Keça min, xwişk û birayê min di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Keça min beriya biçe hat ez hembêz kirim û got dayê ez pir ji te hez dikim. Min nizanibû wê biçe. Got dayê ez heta dereng îro dixebitim. Em heta dereng sekinîn lê nehat. Piştre em fêr bûn ku tevli PKK’ê bûye. Me gelek êş kişand. Ez bi zarokên xwe re wek heval bûm. Hîna jî me cenazeyê keça min negirtiye. Em nizanin cenazeyê wê li ku derê ye. Me ji televîzyonê dît ku jiyana xwe ji dest daye. Sê meh piştî keça min, xwişka min jî şehît ket.”   ‘Qe nebe yên mane bila rehet bijîn’   Makbule Paksoy di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku tevî hemû êşên kişandine dest ji azadiyê bernedane û wiha bidawî kir: “Em aştiyê dixwazin. Zarokên me jiyana xwe ji dest dan. Bila zarokên kesên din nemirin. Êdî bes e. Em mirinê naxwazin. Bila girtî bên berdan. Yên çûn ji xwe çûn, qe nebe bila yên mane rehet bijîn. Bila her kes di nav aştî û aramiyê de bijîn.”