Keda tevli roj, çiya û ba dibe: Bêrîvanî 2026-07-25 09:02:36   Neslîhan Kardaş   ŞIRNEX - Jinên Bêrîvan ku li zozanên Warkê Gelejêrê û Mêrga Pîniyan a Elkê dengê wan bilind dibe û tevli dengê xwe tevli ba dikin, wiha dibêjin: “Berê her kes ligel hev bûn. Niha ev çand her diçe kêm dibe. Êdî nifşê nû bêrîvaniyê nake û aborî jî destûrê nade.”   Li zozanên bilind ê Elkê ya Şirnexê roj bi keda jinan destpê dike. Jinên bêrîvan ku bi sedsalan e bêrîvaniyê didomînin, her sal pezê xwe dibin zozanên hênik û bilind. Jin bi çêkirina penîr, mast û berhemên din yên şîr namînin, di her hilberînê de jiyanê ji nû ve hildiberînin. Keda jinan a li çiyan her demê bêtir dertê pêş. Jinên sibehê zû radibin û diçin zozanên Warkê Gelejêrê û Mêrga Pîniyan, diyar dikin ku ev ji kar û çavkaniya debarê wêdetir, teşeyê jiyana ku azadî û piştevaniyê dide jiyînê ye.     Jinên li zozanên Warkê Gelejêrê û Mêrga Pîniyan bêrîvaniyê dikin zor û zehmetiyên kar vedibêjin.   Rahîme Ataman ku nêzî 10-12 salan bêrîvaniyê dike da zanîn ku bi germbûna hewayê re derdikevin zozanan. Rahîma Ataman wiha vegot: “Dema dotina pez em her roj diçin pez didoşin û tên. Lê çend meh şûnde bi germbûna hewayê em diçin zozanan û heta payîzê li wir dimînin. Heta hewa hênik bibe em li vir in. Piştre em vedigerin gundê xwe. Jiyana me bi salan e wisa ye. Em zivistanê pezê xwe di hundir de xwedî dikin.”     Rojeke bêrîvanan çawa derbas dibe?    Rahîme Ataman behsa rojeke bêrîvanan ku çawa derbas dibe kir û wiha got;: “Em sibehê di 8 û nîvan de diçin zozanan. Heta em diçin saet dibe 9. Em pez didoşin. Saet di 12’an de dotin diqede. Em xwarina nîvro dixwin, şîrê xwe digirin. Di çaran de şivan pezê me dîsa tîne. Em esir didoşin. Em penîrê xwe li vir çêdikin û dibin malê.”   ‘Em beramberê keda xwe nagirin’   Rahîme Ataman bi lêv kir ku jiyana wan pir zehmet e û wiha daxuyakirin: “Havînê jiyana me li zozanan derbas dibe. Zivistanê em tên malê. Em penîr, xurekên din têra xwe radikin. Yên din em difroşin. Tevî zehmetiyê em dikşînin em beramberê keda xwe nagirin. Berhemên me erzan digirin. Jiyan li vir zehmet e."   20 sal in bêrîvaniyê dike    Jina bi navê Hanim Ataman jî diyar dike ku bi salan e bêrîvaniyê dike û ji ber pirsgirêkên tenduristiyê ev du sal in nikare bike û got: “Ez îro ji bo komkirina pincarê hatim zozanan. Karê zozanan zehmet e. Rêyên me nebaş in. Ji bilî pez çavkaniya debara me tuneye. Min 20 salan bêrîvanî kir. Berê kar hîn bêtir zehmet bû. Niha hinek hêsan bûye. Jiyana zozanan zehmet e lê tevî her tiştî dîsa jî xweş e. Berê em herî kêm 50 malbat li zozanan bûn. Niha herî zêde 4-5 malbat hene. Li hinek cîhan yek du ye. Berê ne wisa bû. Êdî kes pez xwedî nake. Ji ber aboriyê kes nikare bike.”