ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2026'AN 2026-07-24 09:00:00     *Abdullah Ocalan ji 1993’yan şûnde ji bo aştî û çareseriya demokratîk bi her gava avêt re, di esasa hişmendiya azadiya jinê de rêxistinbûn û têkoşîna jinê xurt kir û ji bo vê gavên nû avêt. Ev ji bo banga 27’ê Sibata 2025’an jî derbasdar e. Îdeolojiya rizgariya jinê, felsefeya "Jin Jiyan Azadî" û têgeha jineolojî û teoriya wê, xeta sêyemîn di alî jinan de ava dike. Ev xet li dijî xeta muhafazakar-faşîst, xeta jiyan û azadiyê, têkoşîna hebûnê îfade dike. Ev jî îlankirina ku jiyana nû bi azadiya jinê dikare bê bidestxistinê ye. JINEOLEOJΠ   *Endama Kordîasyona KJAR’ê Derya Denîz li ser rewşa jinan a di şerê Îranê yê berdewam dike de axivî û li ser karekterê şerê di sedsala 21’ê de derketiye holê sekinî û got: “Me bi şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ derbek mezin li pergala sedest a mêr xist.” DÎMEN HEYE    *Melek Sevînç û Sevgul Levent yên di têkoşîna azadiyê de zarokên wan jiyana xwe ji dest dane, diyar kirin ku divê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk mayînde bibe û bi ewlehiyên qanûnî pêş bikeve û banga divê Abdullah Ocalan azad bibe kirin. DÎMEN HEYE