Yê Tuncay Sonel rexne kiriye bi îşkenceyê hatiye binçavkirin! 2026-07-22 11:04:06     Şehriban Aslan   AMED-Di dosya Gulîstan Doku de, me xwe gîhand belgeyên der barê dosya gumanbarê sereke waliyê demî yê Dêrsimê Tuncay Sonel û di belgeyan de tê dîtin ku hemû derfetên dewletê hatine bikaranîn.   Li Dêrsîmê xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku di 5’ê Çileyê 2020’an de hat windakirin. Der barê dosya Gulîstan Doku de duh pêla duyemîn a operasyonê ji aliyê  Serdozgeriya Komarê ya Dêrsim û Erziromê ve hat kirin. Nav de doktor, xebatkarên nexweşxaneyê û cerdevan jî hene 15 kes hatin binçavkirin.   Bi binçavkirinan re agahiyên nû jî dertê holê. Di belgeyên di dosyayê de ku me xwe gîhandiyê tê dîtin ku gumanbarê sereke waliyê demî yê Dêrsimê Tuncay Sonel di rexneyeke biçûk de jî mirov hedef girtine.   Yê rexne kiriye binçav kiriye   Di dosya Tuncay Sonel de,  tê dîtin ku  hesabekî ku der barê wî de li ser Whatsappê neyînî rexne kiriye, şandiye ji Gokhan Ertok re. Tê gotin ku Tuncay Sonel ji Gokhan Ertok re dibêje ‘tişta hewce bikin’. Gokhan Ertok jî diyar dike ku agahiyên navnîşan û IP ya hesab tespît kirine çûna mala wî dest dane ser materyalên wî.   Her wiha Gokhan Ertok di peyamên din de jî dibêje ‘Me ew kes girtiye derxistiye dozgeriyê. Me telefona wî kopî kiriye. Em dişopînin. Me du bohuk li mala wî bicih kirine em ê bişopînin.”   Tuncay Sonel jî ji wî re dibêje ‘Spas dikim.’   Her wiha qeydên MASAK’ê jî  derdixe holê ku piştî vê bûyerê Tuncay Sonel bihevkariya parêzgerê xwe polîs Şukru Eroglu  20 hezar TL şandiye ji Gokhan Ertok re.