'Ji bo aştiyê, divê her du alî xwedî mafê wekhev bin' 2026-07-22 09:04:01   Elfazî Toral   STENBOL - Aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan krîtîke û aştiyeke mayînde jî bi tevlibûna gel a pêvajoyê pêkan e.   Li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde û vakirina pêvajoya demokratîkbûnek mayînde, bi gavên stratejîk yên divê bên avêtinê re eleqedere. Azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyaloga demokratîk yek rojevên herî krîtîk a pêvajoyê ye. Hiqûqnas, siyasetmedar, rêxistinên civaka sivîl diyar dikin ku pêşerojeke aştiyane bi zemîna diyalogê pêkane.   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nirxandin kir.   ‘Mirov ji ber gotinên xwe hatin darizandin’   Ayla Akat Ata da zanîn ku li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê ne ya ewil e û ji 1993’yan heta niha pêvajoyeke mijara gotinê ye, bi salane tecrubeyên pêvajoyên muzakere, bê pevçûnê hene. Ayla Akat Ata wiha got: “Di navbera 200-2004’an de bi qanûnên lihevhatinê ya Yekitiya Ewropayê hinek mafên çandî yên hatine bidesxistin hene. Lê ev qanûn têr nakin. Ji ber vê pêvajoyên pevçûnê berdewam kirine. Di 2009’an de di pêvajoya 2013-15’an de hinek gav hatin avêtin. Der barê girtiyan de jî gav hebûn. Lê xuyaye ku tu gav nebûye sedema ku ev pêvajo bighêje aştiyê. Di 2013-15’an de qanûnek derket. Ew jî qanûna çarçoveyê bû. Ji ber ku  ji bo kesên di pêvajoyê de divê muafiyeta ceza hebûna. Qanûna derket qanûnek dîrokî bû. Ji ber cara yekem ji parlamentoyê qanûnek wisa derketibû. Di vî alî de girîng bû. Qanûn derket lê piştî pêvajo xera bû, ev qanûn ji bo tu siyasetmedarên hatin girtin pêk nehat. Mirov ji ber gotinên xwe hatin darizandin.”   ‘Hewce bi mekanîzmayên aştiyê heye’   Ayla Akat Ata anî ziman ku divê hîn bêtir kes di pêvajoyê de cih bigirin û balkişand ser komîsyona lihevkirinê ya di 2011’an d eli meclîsê hatiye avakirin. Ayla Akat Ata wiha berdewam kir: “Tenê axaftina gavên destûra bingehîn an jî gavên di normên hiqûqê de bên axaftin kêm dimîne. Divê her du ligel hev bên nîqaşkirin û axaftin. Divê em bi hev re şîrove bikin. Qanûna tê derxistin bi rastî wê ya nû be? Gelo wê hemû baweriyan gelên Tirkiyeyê bihewîne? Divê mijarê de jî mirov ditirsin fikra xwe bêjin. Ji ber ewlehiyeke qanûnî tuneye. Di 2013-15’an de di hinek xalan de hinek lihevkirin hatin kirin. Dema bê axaftin lihevkirin jî çêdibe.  Ya ku wê demê bû sedema bidawîbûna pêvajoyê, li Tirkiyeyê guherîna pergalê û derbasbûna pergala serokatiyê bû. Tu partiyekî ilhev nekiribû. Lê îro li Tirkiyeyê pergala serokomariyê heye. Ger ku em îro bêjin aştî divê mekanîzmayên aştiyê hebin. Hewce bi wan mekanîzmayan heye.”   ‘Divê bi awayekî wekhev gotin hebin’   Ayla Akat Ata wiha dawî li nirxandina xwe anî: “Em jin wê di mekanîzmayên aştiyê de bin. Em ê temaşe nekin.  Divê pêvajoya vê bê vekirin. Rêxistinên jinan di ku derê pêvajoya aştiyê de ne? Em li bendê van pirsan e. Pêvajo ev du sale didome. Lê ev desthilatdarî dikare li gorî dilê xwe derî vebike û bigire? Wisa nabe. Divê mekanîzmayên ku her kes bi awayekî wekhev dikare gotina xwe bêje bê avakirin. Aştiya li Tirkiyeyê wê badnor li aştiya Rojhilata Navîn Jî bike. Divê  rêxistinên civaka sivîl û hemû gelên Tirkiyeyê bi awayekî aktîf di pêvajoyê de cih bigirin. Hewce bi hêza cemawerî heye.”