Nobeta li dijî JES’ê ya Gimgimê 79 roj in didome 2026-07-20 18:31:55   MÛŞ - Nobeta JES’ê ya Gimgimê bi hevgirin û biryardariyê mezin 79 roj in didome.   Li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgimê ya Mûşê, berxwedana gel a li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ya ku ji aliyê şîrketa Amerîkî ya IGNIS H2 Enerji Üretim A.Ş. ve tê plankirin, di roja 79’emîn de bi biryardarî û hevgirtinê didome. Nobet  ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hatiye destpêkirin.   Nobet bi biryardarî û hevgirtinê didome.