SGDF: Em bi cesareta Rêwiyên Xeyalê dakevin kolanan 2026-07-20 13:01:06   STENBOL - SGDF’ê di 11’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de daxuyaniyek da, diyar kir ku berpirsiyarên komkujiyê nehatine darizandin, ew ê têkoşîna ji bo edaletê bidomînin û banga mezinkirina têkoşînê li ciwanan kir.   Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) di 11’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de 33 ciwanên sosyalîst ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anîn.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku nêzîkatiya enternasyonal û têkoşîna antîfaşîst a kesên jiyana xwe ji dest dane roja îroyîn jî rênîşanderiyê dike û hate îfadekirin ku Kampanyaya Avakirina Kobanê perçeyekî berpirsiyariya parastina Şoreşa Rojava ye.    SGDF’ê da zanîn ku tevî ku bi serde 11 sal derbas bûne jî berpirsiyarên komkujiyê nehatine darizandin û li hemberî vê yekê kesên daxwaza edaletê kirine û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane hatine darizandin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îfadeyên endamekî DAÎŞ’ê yê anîne Tirkiyeyê, îdîayên ku bi salan e tên gotin piştrast dikin.   SGDF’ê di daxuyaniya xwe de îfade kir ku li Rojhilata Navîn şer û pevçûn zêde bûne, êrîşên li ser Rojava tên domandin û bal kişand ser girîngiya têkoşîna yekbûyî û piştevaniyê.   Federasyonê di dawiya daxuyaniya xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Banga Pirsûsê, avakirina xeta têkoşîna yekbûyî, pûçkirina van êrîşan û mezinkirina têkoşîna antîfaşîst û antîemperyalîst e. Em xwedî li vê bangê derdikevin, soza xwe ya têkoşîna heya ku li hemberî hemû komkujiyên li ser van xakan pêk hatine edalet neyê dabînkirin dubare dikin û bang li ciwanan dikin ku weke her sal di 11’emîn salvegera komkujiyê de jî bi cesareta Rêwiyên Xeyalê dakevin kolanan. Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet! Wê tu xeyal nîvco nemînin.’’