Hejmara nû ya Kovara Jinê derket 2026-07-19 10:27:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya Kovara Jinê bi berga “Şoreşa Rojava: Azadiya Jinan û Aştiya Civakî” derçû.   Kovara Jinê di hejmara nû ya 177’emîn de, Şoreşa Rojava û wateya wê ya di warê azadiya jinan û demokrasiya civakê; qetlîama Pirsûê, zimanê aştiyê û têkoşîna li dijî hişmendiya ku tundiyê diafirîne dinirxîne.   Sernavên di hejmara nû de wiha ne:   * Salvegera 14’emîn a Şoreşa Rojava / Rojbîn Denîz   * Rojava bêtir hêvî ye… / Rojbîn Ekîn   * Pirsûs: Lêkerên dema wan guherîne / Hatîce Oncu   * Bêçekbûna ziman / Dîdem Yilmaz   * Ji narsîzmê ber bi faşîzmê: Desthilata nefreta cewherî / Rojda Erez