Çîroka serkeftinê: Bila ji xebatê netirsin 2026-07-16 09:03:39   ÊLIH - Emîne Kayar û Esra Sîncar ku di temenê biçûk de dest bi xebatê kirin, bi têkoşîna keda bi salan ji xwe re jiyaneke nû avakirin. Her du jinan balkişandin ser girîngiya serxwebûna aboriyê û peyama divê jin li ser piyên xwe bisekinin dan.   Jinên ku di temenê biçûk de neçar dimînin tevli jiyana kar bibin, tevî sal derbas dibin jî barê xizanî, newekheviya zayendî, bêrewlehiyê dikşînin. Emîne Kayar û Esra Sîncar yên temenê biçûk de kedê didin, têkoşîna xwe ya jiyanê ji ajansa me JINNEWS'ê re vegotin.   ‘Ez hewcedarê kesî nînim’   Emîne Kayar ku 14 salî dest bi dirûnvaniyê dike û 35 sale karê xwe dimeşîne wiha got: “35 sale dirûnvaniyê dikim. 8 sale dikana cil û bergên gelerî dixebitînim. Wek her karî ev kar jî zehmete. Lê aliyê vê yê xweş ev e ku em ne hewcedarê tu kesî ne. Em li ser piyên xwe disekinin. Ji ber vê ez her tim ji jinan re dibêjim; li ser piyên xwe bisekinin. Jin bi keda xwe debarê bike hewcedarê kesî nabe. Ez 14 salî çûm qursên nexş û dirûnê. Gelek malbatan destûr nedidan keçên wan biçin. Lê bavê min tu carê pêşiya me negirt. Mirovekî zana bû. Ez 15 salî hatim zewicandin. Wê demê zewac zû dihat kirin. Keçek min çêbû. Min hevjînê xwe winda kir. Piştî hevjînê min çû ez û bi keça xwe tenê man. Malbata hevjînê min hebû lê ez bi keda xwe li ser piyan mam.”   ‘Min cil û berg didrûtin’   Emîne Kayar di berdewamiyê de wiha got: “Ji bo jinan serxwebûna aboriyê şerta ewil a azadiya jinê ye. Makîneya min ya dirûnê hebû. Min cil û bergên jinên taxê didrûtin. Min cihezê ciwanan çêdikir. Pîko karekî baldarî dixwaze. Ez bi şev heta 02.00’an dixebitîm. Lê min dît ku ez bi keda xwe hewcedarê tu kesî nabim. Ez bi keda xwe li ser piyan mam. Min westandin tercîh kir. Min xwest keça min li destê tu kesî mêze neke. Divê jin li ser piyên xwe bisekinin.”   Her tişt biha bûye   Emîne Kayar balkişand ser krîza aborî û di vê mijarê de jî wiha got: “Her tişt biha bûye. Lê em neçarin bixebitin. Mirov êdî nikarin tiştekî bigirin. Hêza wan tuneye. Gele kes tên dinêrin tiştekî nakin û diçin. Kumaşên berê me bi 300-400’î digirtin niha bûne 5-6 hezar TL. Ev me dide zorê. Kirê biha bûne. Lê tevî her tiştî em dixebitin. Divê hemû jin hewcedarê kesî nebin û li ser piyên xwe bisekinin.”   ‘Bila ji xebatê netirsin’   Esra Sîncar ya ku ji 10 saliya xwe heta niha di sektora tekstîlê de dixebite di 18 salî de  tê zewicandin û piştî demekê navberê dide kar. Esra Sîncar diyar dike ku piştre ji nû ve dest bi kar dike û wiha got: “Sektora tekstîlê zehmete lê ji ber ez xwedî pîşeme ez hêzê digirim. Niha ez perde û rûyê lihîfan didrûm. Berê min cil û berg didrûtin. Karê me zehmet e. Lê wekê din tiştekî em bikin tuneye. Barê jinan hîn zehmetire. Em diçin malê li malê jî kar dikin. Lê tevî her tiştî ez kêfxweşim. Bila jin ji xebatê netirsin. Demên ewil ez jî ditirsiyam. Lê piştî xebatê ez bixwe bawer bûm. Bila jin netirsin, bixebitin.”   ‘Jin ji mêran xurtirin’   Esra Sîncar daxuyakirin tevli qursên cuda bûye û wiha dawî lê anî: “Min perwerdehiya xwe nîvco hişt lê min piştre telafî kir. Em ji Edenê hatim Êlihê. Li wir derfet tunebûn. Ez li Êlihê tevli qursan bûm. Piştre dîsa di sektora tekstîlê de xebitîm. Ez ji karê xwe hez dikim. Jin dikarin her tiştî bikin. Bila bixwe bawer bin.”