Di komeleya tarîkatê de êrîşa zayendî ya sîstematîk 2026-07-15 09:05:27   ÎZMÎR - Serokê berê yê Komeleya Dildarên Alîkarî û Xizmetê ku li gelek bajaran faliyetê dimeşîne, gumanbar Ahmet Çam li hember gelek zarok û jinî destdirêjî pêk anî. Doza der barê gumanbar de didome.   Serokê berê yê Komeleya Dildarên Alîkarî û Xizmetê ku navenda wê Îzmîr e û li Bursa, Stenbol, Enqere, Afyon, Antalya, Yozgat, Kirikkale û Rihayê faliyetê dimeşîne, gumanbar Ahmet Çam li hember gelek zarok û jinî destdirêjî pêk anî. Doza der barê gumanbar de didome. Li gorî agahiyên me girtine dawiya sala 2025’an jinan îxbar kirine û der barê gumanbar de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di wê pêvajoyê de serî li îfadeya gelek jin, şahid û kesên di komeleyê de dan. Komeleyê jî tenê gumanbar ji peywirê girt. Di 5’ê Sibatê de jî gumanbar li Denîzliyê hat girtin.   Li gorî agahiyên di îdianameyê de cih digirin û îfadeya jinan, gumanbar ji bo xwe gotiye ‘kesê ku îlma pêxember ji bo wî hatiye dayîn’ û  jin wek ‘cariye’ pênase dikir. Gumanbar gotiye tiştên dike ‘xêr e’. Li aliyê din gumanbar ji jinan re gotiye min di xewnê de bi we re mehra olî dikir û ji jinan re gotiye ‘ji ber vê divê hûn bêyî şert teslîm bibin’.   Jinên gilî kirin şandin bajarên din     Jinên bi salan di komeleyê de man di îfadeyên xwe de diyar kirin ku gumanbar Ahmet Çam xwe wek ‘otorîteya olî’ û ‘alim’ qebûl kiriye û ji ber vê jî demek dirêj deng dernexistine. Her wiha jinan gotin ji bo tiştên jiyane bêjin zehmetî kişandine û baweriya wan bi awayekî sîstematîk hatiye binpêkirin. Her wiha hate hînbûn ku jinên ku gilî kirin jî ji aliyê komeleyê ve şandin bajarên din.   Rûniştin din 22’yê Îlonê de ye   Gumanbar li girtîgeh Şakranê girtiye û ji sûcê ‘îstîsmara zayendî’, ‘îstîsmarkirina zarokan’ doz hat vekirin û rûniştina yekemîn di 16’ê Hezîranê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Karşiyakayê hat dîtin. Biryara berdewamkirina gumanbar hat dayîn û rûniştin taloqî 6’ê Tîrmehê hat kirin. Heyeta dadgehê şahid guhdar kirin û rûniştin taloqî 22’yê Îlonê kir.   Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ya Îzmîrê Tulîn Osmanogullari ku doz şopand da zanîn ku ev doz  naşibe tu dozên êrîşa zayendî û  îstîsmarkirina zarokan û wiha got: “Jinên mexdûr di vê tarîkatê de mezin bûne û di nav xwe de li gorî hiqûq û rêbazan jiyane. Ahmet Çam serokê komeleyê ye lê cihê wî yê di tarîkatê de ji serokatiya komeleyê wêdetir e. Xwe wek dostê xweda, wek kesekî ku cîhanê bi rê ve dibe dibîne. Ji ber vê jî ji bo her kesê di tarîkatê de pîroz e.  Ev hestên olî bikar aniye û êrîşa zayendî li hember jinan kiriye. Tehdîd kirine. Piştî gilîkirina jinan jin hatine surgunkirin.”   ‘Em wan tenê nahêlin’   Tulîn Osmanogullari diyar kir ku ew wek platformê wê jinan tenê nehêlin û wiha dawî lê anî: “Ev têkiliya baweriyê pir zehmet bû. Ji çapemenî û rayagiştî ditirsin. Ne mexdûr sûcdar hatine îlankirin. Ev jin bedelên giran didin. Em bi hevalên xwe yên jin re di têkiliyê de ne. Bi me bawer dikin. Em wan di vê têkoşînê de tenê nahêlin.”