Bazirganî, sewalkarî û çandinî qedexe ye; cerdevanî serbest e 2026-07-13 09:03:49   Rabîa Onver-Dîlan Babat   COLEMÊRG - Têketina gundên Navberoj û Dûyê yên ku bi banga ‘vegerin gundê xwe’ ji nû ve ji îskanê re hatibû vekirin, îro girêdayê destûrê ye. Gundiyên di bin siya pêkanînên ewlehiya xeta sînor de dijîn, diyar dikin ku sewalkarî, çandinî û bazirganî jî qedexe ye.   Gundên Navberoj û Dûyê yên Rûbarok a Colemêrgê di sînorên Iraqê de cih digirin.mezrayên  li sînorê Îraqê yên navçeyê  di bin siya pêkanînên ewlehiyê de ye.  Li gundê Dûyê di têketina gund de X-Ray heye û bi kontrola nasnameyê mirov dikarin derbas bin. Her wiha li gundê Navberoj jî heman pêkanîn hene. Ger ku li gund xaniyekî li ser we qeydkirî tune be, navê we di fermandariya taburê de tune be, hûn nikarin biçin gund. Di 1’ê cotmeha 2024’an de dema ku Komeleya Mafên Mirovan ji bo kontrola qadê çû heman  tablo xistin bin qedan. Nehiştin heyet bikeve gund.   Di çarçoveya projeyê de vegeriyan gund   Di 1996-1997’an de gundê Dûyê bi hinceta ewlehiyê hat valakirin û di 2014’an de bi biryara serokomar di çarçoveya ‘Projeya vegera gund’ de ji nû ve ji îskanê re hat vekirin. Gotin ‘vegerin gundê xwe’. Gundiyan xanî ji nû ve çêkirin û jiyan ji nû ve avakirin.   Di 2018’an de ji nû ve qedexeyan dest pê kir. Di Nîsana 2022’an de di têketina gund de alava X-Ray hat bicihkirin. Fermandariya Taburê got ‘Hûn di fîliyetê de hene lê fermî tune ne.’ Piştre ketin girêdayê pergalê kirin. Îro mirov ji bo bikevin gundê xwe ji nû ve li bend destûrê ne.   Li gund 11 kelehkol   Gundên ji 100 malî pêk tên. Li dora gund kalekol hatine avakirin. Tam 11 kalekol li dora gund hatine avakirin. Ligel sînor ava Rûbarokê diherike. Lê dîwarên betonê av biriye. Sewal nikarin xwe bigihînin avê. Gundî ji ber vê neçar mane sewalên xwe bifroşin. Dema av tune be çandinî jî nabe.  Gundiyên ku berê bazirganiya sînor dikirin êdî wê jî nikarin bikin.   ‘Ya tuyê bibî cerdevan yan jî koç bikî’   Serokê Odeya Esnaf û Sanatkaran ê Şemzînanê jî di hevdîtinên bi ÎHD’ê re heman tabloyê vedibêje. Gundiyan berê berhemên xwe dibirin navçeyê difrotin, çerçî diçûn gundan. Lê îro ne berhem ji gund derdikevin ne jî kes dikare biçe gund. Polîtîkayên ewlehiyê ne tenê sînor, aborî jî  girtiye. Li vir mirov xizan dibin. Gundî diyar dikin ku  cerdevanî li wan tê ferzkirin û du rêbaz li pêş wan in:Ya koçî bajarê mezin yan jî koçî Iraqê kirine.   Rewşa jinan   Ji ber vê herî zede jin li gund dimînin. Mêr diçin bajaran dixebitin, ciwan diçin Iraqê. Jinên dimînin jî bi dê û bavên xwe yên kal û pîr re li ser piyan dimînin. Ev tabol bi gundê Navberoj sînro nîne. Li gorî raporê  gundên xeta sînor hemû bi van pêkanînan re tên rû hev.