Jinên ku perwerdehiya tekstîlê qedandin belgeyên xwe girtin 2026-07-01 16:18:34   AMED - Jinên ku beşdarî atolyeyên tekstîl û sêwirana modayê ya li Navendên Jiyanê ya Jinan ên ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bûn, bernameya perwerdehiyê ya 6 mehan qedandin û belgeyên xwe yên tevlêbûnê girtin.   Perwerdehiyên tekstîl û sêwirana modayê yên ku ji aliyê Serokatiya Sersatê ya Polîtîkayên Jinan ve di kursên ji bo jinan ên li navendên jiyanê de dihatin meşandin, bi dawî bûn. Di merasîma radestkirina belgeyan de ya ku li Salona Konferansê ya Alî Emîrî hat lidarxistin, belge pêşkêşî nêzî 120 jinên kursiyer hatin kirin.   Merasîm bi nîşandana sînevîzyona ku der barê pêvajoya perwerdehiyê ya 6 mehan de hatibû amadekirin dest pê kir. Di nîşandanê de cih dan pêvajoyên hilberînê yên jinan, xebatên atolyeyê û hilberên ku wan di dema perwerdehiyê de derxistine holê.   'Xebat tenê bi perwerdehiya pîşeyî sînordar nînin'   Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan Ozden Gurbuz Sumer di merasîmê de axivî û bal kişand ser girîngiya piştgirî û bi hev re hilberandinê; her wiha tekez kir ku xebatên têne meşandin tenê bi perwerdehiya pîşeyî sînordar nînin.   'Bi hev re hilberandin û piştgirî gelekî bi qîmet e'   Gurbuz Sumer diyar kir ku kursan piştgiriya di navbera jinan de xurttir kiriye û daxuyand: “Bi hev re hilberandin, bi hev re hînbûn û mezinkirina piştgiriyê gelekî bi qîmet bû. Di hevdîtinên kedê de wekî encameke herî girîng me ev yek dît. Pêvajoyek wisa çêbû ku jinan bêyî hevrikiyê hem hîn bûn hem hilberandin û hem jî hilberên xwe gihandin bajêr.”   Gurbuz Sumer da zanîn ku perwerdehî tenê bi behreyên teknîkî sînordar nemane û destnîşan kir ku xebatên li ser tendurustiya jinan, wekheviya zayendî û hişmendiyê jî di nav bernameyê de cih girtine.   Gurbuz Sumer di axaftina xwe de spasiya mamosteyan jî kir û got: “Tenê me nîşan neda, di heman demê de me gelek tişt ji hev hîn bûn. Wekî jin, em di gelek qadên jiyanê de pirsgirêkên mîna hev parve dikin û di vê pêvajoyê de hilberandina çareseriyên hevpar gelekî hêja bû.”   Piştî axaftinan belgeyên tevlîbûnê pêşkêşî kursiyeran hatin kirin.