ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2026'AN 2026-06-30 09:00:00     * Kooperatîfa Pêşxistina Çandiniyê ya Ahtamarê, ku ji aliyê heşt jinan ve li navçeya Westanê hatiye avakirin, îro ji bo 21 jinan bûye qadeke hilberîna hevpar. Bi anîna berhemên herêmî nav aboriyê, ev jin ne tenê kar diafirînin, di heman demê de keda jinan a nedîtî jî bi rêya hilberîna kolektîf eşkere dikin. DÎMEN HEYE   * Di "Mîtînga Azadiyê" de daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û jinan diyar kir ku divê dewlet êdî gavên berbiçav bavêje. BI DÎMEN    * Ji Komeleya Mafên Mirovan (OHD), Parêzer Sida Yildiz rojeva amadekirina çarçoveya qanûnî ya di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nirxand û got, "Ji bo ku siyaseta demokratîk domdar be, pêdivî ye ku pêvajo ji hêla qanûnî ve were ewlekirin û qanûna bingehîn di zûtirîn demê de, bêyî derengmayînê, pêşkêşî parlementoyê were kirin." DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta TJA'yê Rûken Zeryam Işik diyar kir ku ew ê li kêleka qurbaniyan û malbatên wan bisekinin,heta ku kesên berpirsiyarê îşkenceyê li navenda lênêrînê werin darizandin li qadan bin. DÎMEN HEYE   *Zeynep Kinaci (Zîlan), bi sekna xwe, bi berxwedana xwe bû remza têkoşîna azadiya kurd û têkoşîna jinên kurd. Her wiha wê hêviyek û mîrateyek mezin li dû xwe hişt. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbarê çalakiya Zîlanê pêk anîbû de wiha gotibû: “Bi çalakiya pêk anî ez derbas kirim. Ji vir şûnde ez encax dikarim bibim mîlîtan û şopdara Zîlanê."   *Jinên ku beşdarî Mîtînga Azadiyê ya li Amedê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk ve” bûn, destnîşan kirin ku bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve dê şer û qeyranên Rojhilata Navîn jî bi dawî bibin. DÎMEN HEYE