Azadiya Welat bi manşeta ‘Armanc yek e’ derket 2026-06-29 10:19:20   AMED - Hejmara 25'emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Armanc yek e” derket pêşberî xwînerên xwe.   Rojnameya Azadiya Welat ku li bakurê û Kurdistanê û Tirkiyeyê yekane rojnameya bi Kurdî ye û hefteyê carek derdikeve, bi hejmara xwe ya 25'emîn li ber destê xwîneran e.    Rojnameyê di manşeta xwe ya vê hefteyê de hevpeyvîna ku bi nivîskar û akademîsyen Dr. Îsmet Konak re li ser serhildana Şêx Sêîd kiriye, derxist pêş. Rojname bi manşeta “Armanc yek e” derket. Bi minasebeta salvegera darvekirina Pêşengê serhildanê Şêx Seîd, Dr. Îsmet Konak nirxandinên girîng kir.    Rojnameyê vê hefteyê her wiha cih da gotarên nivîskar Prz. Cemîle Turhalli ya bi kirmanckî û bi sernavê “Esas yewîya cuye ya”, gotara nivîskar û Prof. Dr. Abdulîllah Polat a bi ser navê “Hêz û hêvî, rûmet li qadê” û gotara nivîskar Mulkiye Bîrtane a bi sernavê “Tenduristiya derûnî ya civakên serdemê” derxist pêş.